Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 46 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 46 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 46,110,801 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 9,1 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 8,1 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,195,130 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 230,556 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 159,884 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,366 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ÎHD’ê serdana Leyla Guven kir

Alîkara Hevserokên ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman, Serokê ÎHD’ê Şaxê Amedê Abdullah Zeytûn û Rêveberê Şaxê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *