PeyamaKurd – Ji aliyê Balyozxaneya Giştî ya Amerîka ya li Hewlêrê peyameke serxweşiyê bo koça wefata siyasetmedarê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm hat belav kirin.
Balyozxaneya Giştî ya Amerîka, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û diyar kir: “Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya siyasetmedar welatparêz û bijîşkê neştergeriyê Necmedîn Kerîm radigihîne.”
Di berdewamiyê de Balyozxaneya Amerîkayê destnîşan kir: “Em hevxemiya xwe ya kûr bi malbata Necmedîn Kerîm, hevalên wî, gelê Iraqê û Kurdistan re radigihînin.”
Source link