Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump dê di 3 rojên dawî yên berî hilbijartinê de 14 mîtîngan li dar xe.
Tîma kempeyna hilbijartinê ya Trump ragihand ku ew dê roja Şemî, Yekşem û Duşemê 14 mîtîngan çêke.
Trump dê roja Şemîyê here Pennsylvania û li wê eyaleta bo hilbijartinê krîtîk e dê 4 mîtîngan li dar xe.
Ew dê roja Şemîyê li Michigan, Iowa, North Carolina, Georgia û Florîda, ku di sala 2016’an de bi wan eyaltan bi ser ketibû, ji alîgirên xwe re biaxife.
Serok Trump dê roja Duşemê jî li North Carolina, Pennsylvania, Wisconsin û Michiganê mîtîngan çêke.
Source link