RINDIK: Tirk bi dewleta xwe pir şaqizî bûne

Li dinyayê tirk tenê ne xwedî dewlet in, gelek miletên din
jî xwedî dewlet in. Him jî xwedî dewletên mezin in û dinyayê îdare dikin.


Li gelek welatên din jî wek me miletên bindest hene. Lê ez dibêjim belkî tu miletekî din wek me
kurdan ne di halekî perîşan da ye.


Li dinyayê tu miletekî din wek tirkan bi dewleta xwe hewqasî nafire, har nabe, bi kê kanibe çavê wî dernaxîne. Ji bo ku dewleteke tirkan heye tu nemaye di xwe nin.

Tirk bi dewleta xwe aşûnî, şaqizî bûne, ji bo ku bûne xwedî dewleteke tiroviro û
xwedêgiravî dewlet, har bûne, dikin me 40-50 mîlyon kurdî sax sax bixun. 


Çavê wan kê dibirre, kê ji xwe zeîftir bibînin, xar dikinê, wek gurên har êrîş
dikinê, çavsoriyê, heqaretê lê dikin. Berdûşiyê, lûmpeniyê dikin.


Miletekî medenî, maqûl, kamil, xwedî kultur û maraîfet, li xelkê siwîl, li
hemwelatiyên xwe zulmê nake. 


Dewleta piçek însanîyet pê ra hebe, qanûn, heq, huqûq lê hebe, ji bo ku yekî di
medyaya sosyal da rismek, nivîsek ecibandiye, ya jî tiştek nivîsîye navêje
zindanê, bi berbangê ra, keriyek pûlîs naşîne ser mala wî.


Ji bo ku ew xwedî dewlet in, xwedî artêş û pûlis in û kanin bi me, dikin çavê
me derxin, nahêlin gelê me bîna xwe bigre, her roj bi berbangê ra bi kerîyek
pûlisên bi maske digrin ser çend malên kurdan.
Vê zulmê kêfî dikin, ji bo ku kanin bi me, ji bo ku çavê wan me dibirre; ji bo
ku dewleteke wan a tiroviro heye…


Ev ne karê merivên xwedî esalet in, li ciyê rehetiyê, ji ber ku tu dewlet î, tu
xurt î, terorîzekirina xelkê siwîl bêexlaqî ye, çeqelî ye, namerdî ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

هەزاران کەس ڕەنگە بەهەڵە لەسەر خێرالێخوڕین سزادرابن – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

•     پۆلیسی بۆرۆس لێکۆڵینەوەی دەستپێکردووە سەبارەت بەوەی کە هەزاران کەس ڕەنگە بەهەڵە لەسەر …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *