
Xudanê nivîsê bîr û bawerîyên çend zanyar û fîlosofan bi jîyana rojane
ya gelê me va daye girêdan û wisa xuya ye, ku bêy ku haya wî jê hebe,
fikirên wî jî bi fikirên wan zanyar û fîlosofan ra ser asta zanyarîyê hemahang in.
Ji fikirên birêz Orhan Agirî wisa xuya dibe, ku di gênên gelê me da taybetmendîyên wisa hene,
ku dikare fikirên kesê sade û xwedî karekî sade bi fikirên zaneyên cihanê ra
serbilind bimeşe û ev yek cem miletên cînarên me tune.
Orhan Agirî
Her çend Nietzsche bibêje bawerî nexwastina hînbûna rastiyê ye, yan jî bi gotina Marx, dîn şuûra beravajîbûyî ya rastiyê ye jî; dê kesên mîna Tillich her hebin ji bo bibêjin: dîn gera li wê maneyê ye ku maneyê dide hemî maneyan.
Li gorî Feuerbach, mirov di vê lêgerînê de bûye bîyanê xwe, û di vê asta minalî û aliyenasyonê de hepisbûyî maye. Tevî ku bi mirov re hizir, pêjin, vîyan û hiş hebin jî lê qels, qismî û bêwec in li pêşberî derz/qelşa di navbera bêdawîtî-mitlaqiyet û lewazî-fanîtiyê da.
Lewma dê bawerî û nebawerî her hebin heta ku mirov hebûna xwe bidomîne.
Ica em werin ser meseleya ”piçûkê malê”
Di çanda kurdan da piçûkê malê delalî bû û vê delalîbûnê heqê xweşbînî û bexişandina hemî celeb kirin û gotinan dide kesê biçûk.
Li gundê me malbateke ji Bazîdê hebû, kurê wan ê biçûk bi kê ra şer bikira jî tenê ji Xwêda ra çêr û sixêf digotin, îca cînar jî hercar diçûn giliyên wî bi dê-bavê wî dikirin, lê bersiva wan her ev bû: delaliyê malê ye , îca çi bi xwedê hatiye ku jê ra çend çêr gotibe.
Di nava çar, pênc dînên sereke da îslam dînê herî biçûk e bi e’mir. Îca gelo gerek em jî mîna malbata Bazîdî tevbigerin li pêşberî hemî kirin û gotinên îslamê?
Bi awayekî divê meriv serwext bibe, normal e ku gellek cûreyên fanatîzm û radîkaliyê bi îslamê ra hene, çimku îslam biçûkê hemî diyanetan e ji diyanetên li rewacê. Ji bo peydabûna maqûlî, şarezatî û feraseteke kamil pêdiviya îslamê bi derbaskirina qonaxa xortaniya xwe ya tor û negihîştî heye.
Ji me ra biçek sebir û tebat lazim e ji bo vî dînê nisbetan nû, û helbet biçek jî wêrekî daku meriv hin elewtaşiyên wî car caran li bîra wî bixe, çimku ti dozê jiyan nefetisandiye qasî doza dibêje hemû rastiyên pêwîst, heqîqeta yek û rast li cem min û di bin desteseriya min da ye.
Riataza
Source link