RINDIK: We çê kir dibê hûn rast jî bikin

Tirk bûne bela serê ewrûpîyan, dibêjin hûnê tu carî ji me
xelas nebin.


Ji berdevkên Erdogan, Fahrettîn Altun gotiye:

”Tiştê dibê ewrûpî fêm bikin ev e: Em misilman,(hûn viya tirk fêm bikin) ji bo
ku hûn me naxwazin emê bi tu derê da neçin. Dema hûn heqaretê li me bikin, emê
dêma xwe ya din danegerînin ber we. Emê xwe û her titştê ayîdî xwe, heta
dawiyê, bedela wê çi be jî biparêzin.”

Tirk, ji bo ku piştê ji xwe ra çêkin îslamê û misilmanan ji xwe ra dikin
mertal. Lema jî xwe wek hamîyên misilmanan nîşan didin. Ev demagojîye. Îro roj
yên li Ewrûpayê bûne problemeke mezin tirk in û Tirkiye ye.


Li pişt terorîstên
radîkal, îslamî ew hene, bi sedhezaran terorîst li Tirkiyê kom kirine û li Sûriyê,
li Kurdistana rojava, li Lîbyayê, li Yêmenê, li Qerebaxê wan dajon şer, wek
lego soldat bi kar tînin.

Ev ji bo dinyayê talûkeyeke mezin e.


Di vê beyana xwe da Fahrettîn Altûn gotiye, hûn ewrûpî me biqewitinînin emê ji
welatên we dernekevin, emê tim bela serê we bin, bedelê wê çi be jî emê xwe
biparêzin.


Ewrûpiyan bi destê xwe ev dewleta irqçî, faşîst, har çêkirin û heta nuha parastin,
nehîştin xera bibe. Wan digot belkî ev cinawir ewê tenê me kurdan bixwe.

Lê wer
nebû, cinawir mezin bû, masûlkên wî çê bûn û nuha jî bi xwarina me tenê têr
nabe, dixwaze wan jî bixwe.

Wan ev wahş çawa çê kirin, dibê wer jî rast bikin, ya jî xera bikin. Heta ev dewlet bi vî rengî be, heta kurd bindest bin, heta Kurdistan çê nebe, tirk ewê ewrûpîyan tu carî rehet nehêlin. 

Lê ewê ne rehet be, ewê li ser ewrûpiyan pir biha mal bibe…





Source link

About Hooshyar

Check Also

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *