RINDIK: Li ser rexneyên hin dîndarên kurd

Vê sibê gava min xebera li ser wahşeta li Nîcê, di dêrekê da hat kirin bihîst, min çend rêz li ser nivîsîn û terora hov mahkûm kir.
Hin dîndarên welatparêz nivîsa min rexne kirine, gotine ez neyartiya îslamê dikim. Ev ne rast e.
Ez merivekî ne bawermend im û ji tu dînan bawer nakim. Bi qasî li dijî îslamê me, hewqasî jî li dijî dînên dî me.
Lê ez ne dijminê tu dînî, tu baweriyê me, her kes di baweriya xwe da serbest e.
Ez baweriya xwe li ser kesî ferz nakim. Kî bi çi bawer dike, çawa dijî serbest e, azad e.


Lê hin misilman dixwazin însan wek wan bifikirin û wek wan bijîn, tiştê ez rexne dikim ev e.

Nivîsa min a vêsê ev e:
“Li Fransayê wahşeteke din, îcar jî di dêrê da serê jinekê jê
kirin.

Terorîstekî îslamî li bajarê Fransa Nîcê êrîşî dêrekê kir, sê
kes kuştin, gelek kes birîndar kirin û serê jinekê jî jê kir.

Li pişt van wahşetan dewlet hene, ew piştê didin van terorîstan,
bi ajanên xwe wan tahrîk dikin.

Ewrûpiyan bi milyonan terorîst û celadên îslamî li xwe kom
kirine. Heta ewrûpî ev ewrûpî bin, îslamîst ewê hîn gelek seriyan jê bikin.

Vê teror û wahşeta îslamî bi şîdet mahkûm dikim…

Bimre terora îslamî !”

Hin kes dibêjin efendim wahşeta hin terorîstên misilman li
Fransayê kirine têkiliya wê bi îslamê tuneye, ew karekî ferdî ye, dibê meriv
neke sûcê dîn û îslamê. Ez ne di wê baweriyê da me.


Yekî gotiye, ” Wexta ku Evrûpî û Emerîkî û Hîndî xelkê qetil dikin, hûn dibêjin
terora Xiristiyanî, a cihûyî, a Bûdîstî , ateîstî ?”

Dibê meriv du tiştan ji hev bigerîne, sûcê dewlet dikin û yê
şexs û partî li ser navê îdeolojiyekê, dînekî dikin du tiştên cihê ne.
Terora dewletan jî heye û meriv dibêje ev terora dewletê. Tiştê Tirkiye li
hemberî me dike, tîne serê gelê me terora dewletê ye, têkiliya wê dîn û îslamê
tuneye.
Lê belê kî li ser navê îdeolojiyekê, dînekî terorê bike, serê însanan jêke ew
terorîstê wê îdeolojiyê, wî dînî ne.
Terorîstên hîndu jî hene. Wek irqçiyên tirk, ereb yên îslamî, irqçiyên hindû û
bûdîzmê jî hene.
Misilman dînê xwe, Qurana xwe û Pêxemberê xwe tenê rast û heq dibînin, dînên
din, baweriyên din gişan betal dibînin; dibêjin piştî Mihemed dîn û kitêbên wan
giştik betal bûne, gerek her kes were ser dînê me.
Kesên ne misilman, heta misilmanên ne li gorî xwe jî kafir û qetla wan helal
dibînin.
Ji her welatê misilman bi hezaran însan ji bo çi tevî El Qaîdê û Daîşê bûn û bi
hezaran serî jê kirin?
Ma ne wan xwe mucahidên îslamê û qetla dikirin jî cîhad didîtin?
Ma êzîdiyan çi bi terorîstên Daîşê kiribûn?
Ne ji bo ku ne misilman bûn lema bi hezaran kuştin û jinên wan ji xwe ra kirin
kole.
Tiştê ev wahşet bi wan da kirin bawerî û dînê îslamê ye, wan li ser navê
marksîzmê ev wahşet nekirin. Çimkî marksîzim li dijî wahşeteke wiha ye. Lê îslam
rê dide wahşeteke wiha.

Heger îslam li dijî wahşeta Daîşê bûye cîhana îslamî, miletên nisilman li her
derê ewê rabûna ser nigan û li dijî hovîtiyên Daîşê derketana, piştgirî bidana êzfiyan, bi hezaran misilman, mele, alimên îslamî ewê biçûna gazî û hewara
êzdiyan, kurdan û alîkariya wan bikirana, bigotana ew ne musilman in, ew ji dîn
derketine, em hovîtiyên wan mahkûm dikin.

Misilmanan tiştekî wiha kirin?

Na, bêguman nekirin. Li tu welatî misilmanan Daîş û terora, wahşet ali ser navê îslamê dikirin mahkûm nekirin. 


Bira misilnên din, îslamiyên miletên din li wir bimîne, îslamiyên kurd piştgirî
dan Daîşê, bi sedan kurdên dîndar tevî Daîşê bûn û serê kurdan jêkirin. 


Dîndarên kurd rojekê jî ji bo êzdiyan meşek çê nekirin, lê ji bo filistîniyan û
misilmanên din çê dikin.

Sebebê vê şêlê ne şexsî, dînî ye, îdeolojiya îslamî ye.

Misilmanên radîkal dixwazin her kes wek wan bifikire û wek wan bijî. 


Misilmanên ne radîkal, ne terorîst, yên ji rêzî jî bi milyaran însanên ne
misilman cahnimî dibînin. 


Yanî ev îdeolojiyeke îslamê ye, dibê îslam xwe biguhere, reformeke radîkal
bike.


Xiristiyan îşê xwe ji kesî, ji tu dînî naynin, kî ji çi bawer dike, çawa dijî
midaxele nakin. Dijminatiya tu dînî, tu baweriyê nakin.


Lê mislman wiha nafikirin, kesên lîberal, çep ne tê da, misilman dibêjin gerek her
kes were ser dînê me, wek me bijî. 

Gerek kes me rexne neke, gerek her kes wek
me bifikire û wek me li dînan binêre. Ma cîhad û mucahîd çi ye, ne şertên
îslamê ne?


Efendim tiştê Daîş û terrorist dikin, wahşeta li Fransayê li hemberî xelkê
siwîl bûye ne sûcê îslamê ye, ev karê şexsa ye, ne rast e. 


Ka li kîjan welatê misilman bi sedhezaran misilman daketin kolanan û wahşeta
celadan li Fransayê kirin protesto kirin?

Heger eynî barbarî li hemberî misilmanan bihata kirin misilman ewê wiha bêdeng
bimana?


Ewrûpî di her warî da ji misilmanan medenîtir, însantir in. 

Terorîstan heta
nuha li ser navê îslamê nêzî 300 fransiz kuştin, fransizan çipiska xwe jî bi
misilmanekî nekirin.


Dibê bi meriv ra piçek ûjdan hebe, hebek empatî bike. Heger kurdekî PKKê li
Anqerê serê tirkekî jê bikira û piştî hefteyekê di mizgeftekê da dîsa sê tirkên
din bikuşta û serê jinekê jî jê bikiria, tirkan ewê çi bizaniyana serê kurdan?


Source link

About Hooshyar

Check Also

وێنه‌.. یادی كۆمه‌ڵه‌ی جیۆلۆجی كوردستان كرایه‌وه‌

ئه‌مڕۆ شه‌ممه‌ یادی 28 ساڵه‌ی دامه‌زراندنی كۆمه‌ڵه‌ی جیۆلۆجی كوردستان كرایه‌وه‌و له‌مه‌راسیمه‌كه‌شدا ژماره‌یه‌ك كه‌سایه‌تی كه‌ رۆڵیان …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *