Putin Bang li Rêberên Azerbaycan û Ermenistanê Dike ku Agirbestê Ragihînin

Serokê Rûsya Vladimir Putin bang li rêberên Azerbaycan û Ermenistanê kir ku pevçûnên li Nagorno – Qarabaxê rawestînin û agirbestê ragihînin.

Putin dîyar kir ku ew divê fikrên ser hevdîtinên aştîyê yên welatan cihê binirxînin û di nav wan de Tirkîye jî heye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî gotibû ku divê ew di peyvajoya aştîyê ya Azerbaycan û Ermensitanê de cîh bigirin û dabû zanîn ku Rûsya bi awayekî neyênî li wê fikrê nanêre.

Karbidestên Ermenistanê di daxuyanîyên xwe de dibêjin ku jiber ku Tirkîye alîgira Azerbaycanê ew naxwazin ku Enqere di peyvajoyê de cîh bigire.

Putin û Erdogan roja Sêşemê bi rêka telefonê ser kêşaya li Nagorno – Qarabaxê axifîbûn.

Kremlînê ragihandibû ku Putin ji Erdogan re fikarên xwe yên ser ‘’terorîstên ji Rojhilata Navîn diçin herêma Nagorno – Qarabax’’ê gotine û ew rewiş rexne kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo Îna borî li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re kom bûbû û piştre agirbest hatibû ragihandin, lê tevî wê agirbestê jî pevçûnên li herêmê didomin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Wenezuelayê Sefîra YE’yê, weke ”kesa ku nayê xwetsin” ragihand

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji rêveberiya Wenezuelayê derheqê 19 kesên payebilind biryara pêkirinê dabû. Biryar Duşemê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *