PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata helbestvan û nivîskar Sedullah Peroşî serxweşî da malbatê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Mixabin agahiya wefata nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurdistanê Sedullah Peroş gihîşte min. Ez sersaxiya malbata cenabê wî dixwazim û hevparê xemgîniya wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê bide malbat û hevalên wî.”
Source link