Li Mêrdînê operasyonên qirkirina siyasî: 14 kes hatin destgîrkirin


Di çarçoveya lêpirsînekê de ya li Mêrdînê tê meşandin, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hate destgîrkirin. Li gelek navçeyên bajêr serê sibehê polîsan avêtin ser malan. Di encamê de 14 kes destgîr kirin ku 2 ji wan jin in.

Ji kesên hatin destgîrkirin navê yên eşkere bûne wiha ne: Hevşaredarê Kerboranê Ahmet Încî ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, Lokman Findik, li Artûklûyê Hatîce Kalkan, Ramazan Kalkan û Fettah Tekîn, li Qoserê Sakîne Yildiz û li Dêrikê jî Mesût Çelîk.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Tê gotin ku hejmara kesên bên destgîrkirin dibe ku zêde bibe. 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Biden Piştî Operasyona li Sûrîyê Bang li Îranê Dike ku Baldar Be

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku divê kiryarên Îranê bê ceza nemînin. Biden ew …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *