Tevahîya Cîhanê li Benda Encama Hilbijartinên Amerîka Ye

Amerîka li benda hilbijartinên 3’yê Mijdarê ye ku serokê 46’an yê Amerîkayê hilbijêre. Em tenê 5 rojan ji vê roja girîng dûr in û çavên tevahîya cîhanê jî ser vê hilbijartinê ye.

Peşwazîya di navbera berbijarê Komarî Donald Trump ku an niha serok e û berbijarê Demokrat Joe Biden bi rengekî pir rengî lê bi girjî didome.

Rojnamevanê Dengê Amerîka û analîstê sîyasetê Mutlu Çîvîroğlu rewşa herî dawî ya hilbijartina seroktîya Amerîka şîrove kir.

Mutlu Çiviroğlu

Mutlu Çiviroğlu

Di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re de, Çîvîroğlu li ser taybetmendîya peyvajoya hilbijartina seroktîya Amerîka agahdarî da û got ev hilbijartina ji hilbijartinên berê, ji gelek alîyan de cuda ye.

“Berî her tiştî, ev hilbijartina seroktîyê di bin mercên pandemîyê de tê kirin, ku Amerîka li cîhanê jiber vîrusa korona herî pir zarar dîtîyê ye. Di derbarê beşdarbû na mirovan tirs, guman û fikar hebûn, gelo dê hilbijêr herin ser sindoqan. Lê, hebûna dengdana pêşdem û derfeta dengdana bi şandina nameyan ev fikarana hinekî kêm dike,” Çîvîroğlu got.

Wî herwiha ragihand ku ev hilbijartina seroktîya Amerîka jibo sîyaseta cîhanê û peyvendîyên navbera welatan û rexistinên navneteweyî jî gelek gîrîng e, lê ev mijar ne zelal e.

“Di heman demê de pirsek girîng û nezelalîyek heye ku seren serê cîhana derve li benda bersiv û dîtinê ye. Siyaseta derve ya Amerîka. Ewe ku gelo nêzîkatiya niha ya Qesra Sipî ya ya sîyaseta derve dê berdewam bike, wek ku serok Trump de heya niha, giranî û bala xwe ji derveyî Amerîka, ji hevalbendîyên navneteweyî di asta leşkerî, darayî de vekşîne û pirtir li ser siyaseta navxweyî ya Amerîkî bisekine yan jî ewê cîhan di siyaseta derve ya Amerîka de, bibe şahidê serdemek nû û vekirina rûpelek nû,” Çîvîroğlu got.

Hun dikarin tevahîya hevpeyvîna bi Çîvîroğlu re li ser lînka jêrîn guhdar bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Dortmûndê ciwanan piştgirî da Şengalê

Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikûmeta Bexda-PDK’ê de hatibû îmzekirin her diçe nerzîbûnên li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *