Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 171 hezarî

 Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 171 hezar û 686 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket  44  milyon  û  264 hezar û 538 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 232 hezar kesî.(ÎLKHA)


Source link

About Hooshyar

Check Also

د. غالب محەمەد، بەردەوام دەبم ئەگەر سەریشم لەسەر مافی خەڵک دابنێم

ڕۆژی هینی و نزیکەی کاتژمێر ٦:٣٠ ی ئێوارە، وەختێک د. غالب محەمەد، پەرلەمانتاری عێراق لە …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *