Di tinekirina Amazonan de para şîrketên Emerîkî zêde ye


Li gorî rapora hevpar ku Amazon Watch û Komeleya Gelên Xwecih ên Brezilyayê (APIB) dayin  di tinekirina Amazonan de, ku weke ‘kezeba cîhanê’ têne zanîn, para saziyên fînansê pir zêde ye.

Li gorî raporê saziyên fînansê yên Emerîkayê li van 3 salên dawî bi kêmanî 18 milyar dolar ji bo şîrketên çandinî, enerjî û madengeriyê xerc kiriye, ku ev şîrket di tinekirina Amazonan de xwedî rol in. Di serê van şîrketanan de başında BlackRock, Citigroup, JPMorgan Chase, Vanguard, Bank of America ve Dimensional Fund Advisors hene. 

Li gorî raporê şîrketên ku desteka razemeniyê li saziyên fînansê dikin li Amazonan qet guh nadin rêgezan û daristanan tine dikin, her wiha mafên ku ji hêla qanûnan ve hatine naskirin jî têne binpekirin..

Di rapora hevpar a Amazon Watch û APIB’ê de ji wna şîrketan ku têne destnîşankirin şîrketên bi hevkariya Ingilîz-Emerîkî Cargill û JBS û Eletronorte derdikevin pêş.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Mîhrîcana Jinan ya 6'an li Qamişlo Hat Darxistin (Dengê Amerîka)

Mîhrîcan ji alîyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve, bi dirûşma ‘Jin Gîyanê Çandî Divejîne’ …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *