Biden Bang li Trump Dike ku bo Rawestandina Pevçûnên li Nagorno


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê, ku ji 27’ê Îlonê vir ve didomin, daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Biden dîyar kir ku bi ‘’têkçûna agirbesta li herêmê dê alozîyeke mirovî çêbe’’ û da zanîn ku divê Serok Donald Trump bi awayekî rastexwe bi karbidestên Azerbaycan, Tirkîye û Ermenistanê re danûstandinê bike.

‘’Piştî pevçûnên ew mehek e didomin, dem hatiye û derbaz dibe ku Serokê Amerîka Donald Trump bo daxistina tansîyonê û bo astengkirina leşkerên Azerî yên ber bi Nagorno – Qarabaxê ve diçin, bi rêberên Ermenistan, Azerbaycan û Tirkîyê re bi awayekî rastexwe hevdîtinê bike.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku Trump li mîtîngan ser çêkirina lihevkirinan pesna xwe dide û got ku wî bo bidawîkirina şerê her du alîyan bi xwe hîn ti kar nekiriye.

Joe Biden dîyar kir ku divê rêvebirîya Trump bang li Rûsya û Tirkîyê bike ku ew bo dayîna çekan û bi taybetî Tirkîye jî bi şandina leşkerên bi pere, pevçûnên li herêmê gur nekin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Papayê Pîroz ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî: Xweşhalim ku li vir hevdû dibînîn

Berî nîvroya îro yekşem 07.03.2021 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *