Vîrusa Korona li Amerîka Birîneke Kûr Çêkir


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden serdana eyaleta Georgia ya ku ji 1992’an vir ve piştgirîya berbijarên Komarî dike, kir.

Biden li Warm Springs ya Georgia, rêvebirîya Serok Donald Trump ser têkoşîna dijî vîrusa rexne kir û dîyar kir ku ewê di roja pêşî ya seroktîya xwe de dest bi karên ser kontrolkirina wê vîrusê bike.

‘’’Wan hewil neda ku dijî pandemîyê têkoşînekê bikin. Trump krîzek kir trajedîyek’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku vîrusa korona li Amerîka ‘’birîneke kûr û mayînde’’ çêkiriye û da zanîn ku Trump radestî wê vîrusê bûye û guh nedaye wê.

Li ber e ku Biden di rojên pêş de serdana Iowa, Wisconsin, Michigan û Florîda bike.

Serokê berê yê Demokrat Barack Obama jî bo piştgirîya kempeyna hilbijartinê ya Biden serdana Orlando ya Florîda kir.

Obama di axaftina xwe de Trump ser peywendîyên bi rêberên Rûsya, Çîn û Koreya Bakur re rexne kir û îdia kir ku jiber ku wan çi xwestiye, Trump daye wan, ew dixwazin ku Trump bi ser keve.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Biden Piştî Operasyona li Sûrîyê Bang li Îranê Dike ku Baldar Be

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku divê kiryarên Îranê bê ceza nemînin. Biden ew …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *