Breaking News

Trump û Biden Ser Mijarên Girîng Çawa ji Hev Cuda Difikrin?


Dengdêrên Amerîkî di hilbijartina sisêye Mijdarê de bo hilbijartina berbijarên serokatîyê ya di navbera Serok Donuld Trump û Serokê Cigîrê berê Joe Bidenê de bi hesanî dikarin biryarên xwe bidin û dengê xwe bidin, ji ber ku politîkayên her du berbijar ji hev cûdane.

Her du berbijar li ser mijarên wekî kêş û hewa, bacê, aborî, danûstandinên nijadî, ewlekarîya netewî, koçberî de ji hev cûda difikirin. Bi taybet li ser kontrolkirina pandemîya vîrûsa koronayê de xwedî helwestekê cûda ne. Ew jî li peş dengderan de alternatîfekê dide ku di 4 salên pêş ya welatê de bibiryar be.

Bi gelemperî, Serok Donuld Trump ne li gorî sîyasêtvanêkê normal ya partîya Komarî qeydêyên wê partîyê dişopîne, le sîyasêtekê serbixwe dide meşandin ku ew çar sal berê ji bi wî awayî kempeyna xwe çekiribû. Siyaseta wî hem li derveyê Amerîkayê de hem ji di nav wê de bi felsefêya wî ya “Amerîka Pêş” dîyar bû. Ji ber we siyasetê hin caran, Trump rûbîrû dadgêhên fedaralî ji ma, ku biryarên wî ji dadgehan ve hat guherandin.

Lê Biden kempeyna xwe ye hilbijartinê li ser sîyasêtêkê pêşvêrû dimeşine û soz da ku sîyaseta Amerîkayê vegerîne asta berê ku di nav de twitter û mîtîngên girseyî kêm be, lê bêtir gotûbejên sîyasî û çekirina yaseyan hebe.

Bersîvdayîna Vîrûsa Korona

Ji pitirî 225,000 Amerîkî di pandemîya vîrûsa koronayê de jîyana xwe ji dest dan, ku hijmara pekêtîyên vîrûsê her roj zêdêtir dibe. Heta niha eşkere bû ku Serok Trump û revêberîya wî bi pevajoya dîtîna vaksîn û bi terapîkirina nexweşan ew pêvajoya pandemîye bi rê vê birine, ne bi hewldana kêmkirina kontrolkirina belavbûna vîrûsê.

Roja Yekşêmê, Karbidestê Herî Bilind ya Qêsra Sipî Mark Meadows bi eşkere got ku reveberî bawer nake ku vîrûs were kontrol kirin. Serok Trump û rêveberîya wî girîngîya bikaranîna maskan paşgûh kirin ku pisporên sexlemîyê dibejin bikaranina mask jimara pekêtîyan dikarê binê xwar û jiyanan biparêze.

Biden pişgirîya pevajoya dîtîna vaksîn û terapîkirina nexweşan dike, lê di heman demî pişgirîya tewlîbûna hîkûmeta fedaralî dike di kontrolkirina vîrûsê de. Biden pir caran got ku ew baver dike ku fêrz kirina bikaranina maskan ya netewî hem yasêyî ye hem ji pewîste.

Guhêrina Keş û Hewa

Tewî ku Serok Trump her tim dibeje ew dixwaze ku hemû Amerîkîyan bigehîn ava zelal û hêwayêke paqiş, ew ji bo pekanîna wan de gav neavîtîye ku pispor dibejin bi her du ji bi kêmkirina bikaranina fossil fuel ve pekan e. Trump, Amerîkayê ji Rekeftina Parîsê Bo Keš û Hewayê wekişand.

Biden bi 2 trîlyon dolar budçêyê, plana kêmkirina emîsyona gazên serayê (greenhouse gas emissions) dike ku bandorên neyênî li ser germbûna dinê dike û guherina keş û hewayê de pir bibandor e. Biden her wiha dixwaze heta di sala 2035anê kêhrîbeya Amerîkayê bê karbon were çekirin. Ew dixwaze hewl bide ku marketa bikaranina trembêlên elektrîk li Amerîka zêdê bibe.

Polîs û Danûstandinên Nijadî
Îsal, di seranserî Amerîkayê de çalakîyen girseyî i dijî kuştina çendin Afrîkîyên Amerîkî yên bêçêk ji alîye polîsê ve hate lidarxistin. Trump çend cara bi zelalî got ku ew li ba polîsandaye û bihêz li diji tûndîtujî yên ku li xwepeşandanan çebûn derket. Ew pişgirîya polîtîkayên tûnd li diji xwêpêşêndaran dike.

Biden, li dijî tundî tujî yên her rengî derdikeve û wan şermezê dike. Lê, ew ji pişgirîya hewldanên “qûtkirina alîkarîya pêraya polîsê” nake. Ew projeyén wekî alternatifa sistema polîsên çekgirtî yên niha erenî dibine, wekî ku pişgirîdayîna kesen ku bi pirsgirekên derûnî li wan heye yan ji kesên ku haşîşê bikartînin.

Alîkarîya Sexlemî

Rêvêbêrîya Sêrok Trump niha li Dadgeha Kanûna Bingehîn de alîkarîya sexlemîyê ya bi navê Affordable Care Act (ACA) anku behtir bi navê Obamacare tê nasîn, dixwazê bi temamî betal bike. Ger li Dadgeha Bilind de Trump biserkeve, çavlêrêye ku bi 23 mîlyon Amerîkî ku ew alîkarîya sexlemîyê verdigirin, ew e winda bikin. Di alîyê din ve, Trump ji berê soz dabû ku plana wî bo alikarîya sexlemîyekê ji ACA baştir û erzantir heye. Lê heta niha plana wî eşkere nebûye.

Biden, di dema ku ACA di serokatîya Barack Obamayê de hat pejirandin, cigîrê serok bû. Biden dixwaze ew programa ACAyê firehtir bike ji bo kesên ku dixwazin alikarîya wekî Medicarê vergirin. Medicare alikarîya fedaralîye bo kesên ku temendirejin. Her wiha Biden peşnîyar dike ku temênê vergirtina Medicarê ji temenê 65 salan bîne xwar û bike 60salî.

Ewlehîya Netêwî

Heta niha, helwesta Trump ji bo ewlehîya netewî ew bu ku hezên leşkerîya Amerîkî ye bihêztir bike. Ew bi dû awayî hat birêvêbirin, yek zêdekirina alîkarîya beravanîyê û ya din ji kêmkirina hijmara hêzên Amerîkî yên ku li dervê ne, weki li Iraq, Afxanîstan û her wiha li Almanya û Korêya Başûr.

Trump her tim îddîa dike ku endamên din yên NATOyê, dêyndarin ji bo Amerîkayê û peşnîyar dike ku Amerîka dikarê ferzkirinên xwe di NATOyê de bicih neyînê.

Biden, piştewanîyê bihêz ya leşkerîye yê û pişgirîya şandina leşkerên li dervêyê Amerîkayê dike. Le, ew ji Trump behtir xwedî helwesta navnetewîyê. Ji ber ku Biden carekê serokê Komîteya Senatoyê ya Danûstandinên Dervêyê bû, tekîlîya wî bi serokên aligirên Amerikayê xûrt e û ger were hilbijartin çavlêrêye ku ew ê tekîlîyên berê dîsa ava bike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

DI BIN DIRÛŞMA “JIN DI POSTA SERKIRDAYETIYÊ DE” ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA TIL TEMIR HAT VEJANDIN..

Îro roja Duşemê 8.3.2021ê de,li Nivîsgeha jinê û zarokatiyê ya encûmena xwecehî ya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *