‘Peymana bêyî gelê Şengalê, nepêkane ku li Şengalê bi cih bê’


Hevserokê Meclîsa Xanesorê Daxil Mirad û serokeşîr Xidir Hecî Mîrza diyar kirin ku ji bo nîqaşkirina peymana li ser Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew çûne Bexdayê. Nûnerên gelê Şengalê diyar kirin ku wan di hevdîtinan re ragihandine ku ev peyman bêyî îradeya gelê Şengalê hatiye kirin û ji ber vê jî ew ê qebûl nekin.

DIVÊ ÎRADEYA GELÊ ŞENGALÊ WERE DÎTIN

Hevserokê Meclîsa Xanesorê Daxil Mirad derbarê serdana Bexdayê got ku, “Têkildarî lihevkirina Bexda û Hewlêrê me serdana Bexdayê kir. Me ji wan re ragihand ku em xelkê Şengalê ne, çawa dibe bêyî me li hevkirineke wiha dikin. Me xwest hîn bibin ku nêrîna partiyên siyasî yên li Bexdayê, yên hêzên ewlekariyê li ser mijarê çi ye. Me serdana hemû hêzên siyasî yên ku giraniya xwe li Parlamentê heye, kir. Bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re jî em rûniştin. Ji me re hate ragihandin ku di vê tifaqê de ew jî ne amade bûn, lihevkirin bêyî îradeya wan jî çêbûye. Li gorî çavdêriya me, ev tifaq bi zexta Emerîkayê ji aliyê dewleta Tirk, Hewlêr û Bexdayê ve hatiye çêkirin. Çawa tifaqek li ser Şengalê çêbibe, lê belê xelkê Şengalê, malbatên şehîdan, mirovên ku xwişkên wan niha di destê DAÎŞ’ê de ne, xwediyê Şengalê yên rastî ne di nav de be? Me ji wan re jî ragihand; biryara Şengalê biryara Meclîsa Xweser a Şengalê ye. Kesekî din nikare li ser gelê Şengalê bigire. Wan bi xwe hemûyan jî gotin ku ew tiştekî wiha qebûl nakin. Me ji wan re jî ragihand, ku em jî dixwazin rêveberiyek bê avakirin, çi qeymeqam be, çi rêveberek be. Lê belê rêveberiyek çawa jî be divê bi îradeya gelê Şengalê be. Bi serdana xwe re me nîşanî hikumetê dan ku xwediyê rastî yê Şengalê xelkê Şengalê ye.

Nûnertiya me niha li parlamentê nîne. Hêza me îro xelkê Şengalê ye. Îro jî ji me re hate gotin ku wê ev biryar bê tunekirin. Eger biryar bê bicihanîn jî wê ne bi wî şiklê ku wan diyar kirine. Ev biryar bêyî ku xelkê Şengalê nebe aliyekî di tifaqê de nabe ku bi cih bê anîn. Yek ji xalên bingehîn ên lihevkirina wan ew e ku YBŞ ji Şengalê bê derxistin. Me ji wan re got, em vê xalê teqez qebûl nakin. Divê ev yek ji nava peymanê bê rakirin. Çêbûna rêveberiyê, danîna qeymeqam ji bo me ne pirsgirêk e, ne pirsgirêke ku qeymeqam ji kîjan cihî be. Bes e bi îradeya gelê Şengalê be. Lê belê derxistina Haşdî Şabî, derxistina YBŞ’ê û anîna DAÎŞ’ê careke din bi rêya Tirkiyeyê û vê yekê li ser Êzidiyan ferz bikin, meclîsa xweser û sazî û dezgehên Şengalê nehêlin û berxwedana Şengalê nehêlin; ev ti carî nayê qebûlkirin.

Me tifaqiya xwe kiriye. Çûyîneke me ya Bexdayê nêzîk jî heye. Em dibêjin, divê Meclîsa Xweser a Şengalê bi fermî bê qebûlkirin. Em hêvîdar in ku wê bi vê çûyînê re Meclîsa Xweser a Şengalê bê qebûlkirin. Ji xwe ev yek nebe em tiştekî din qebûl nakin. Niha ewlehiya Şengalê sedî sed e, li devereke din nîne.”

‘DEM DEMA BERXWEDANÊ YE’

Serokeşîr Xidir Hecî Mîrza jî got ku, “Divê lihevkirina Hewlêr-Bexdayê bêyî ku ji Şengalê bipirsin, ji xelkê Şengalê bipirsin û di nava xwe de tifaq çêkirin û bi vê lihevkirinê dixwazin Şengalê vegerînin dema beriya sala 2014’an. Çûyîna me ya Bexdayê ji bo pêşîgirtina li vê tifaqê bû. Em bi partiyên siyasî û rayedaran re rûniştin û me ji wan re ragihandin ku em vê tifaqê red dikin. Em ji binî ve bi temamî vê tifaqê qebûl nakin. Berdêl jiyana me jî be xelkê Şengalê nema serê xwe ditewîne, koletiyê qebûl nake. Xelkê me têgihiştiye, hêza me ya leşkerî heye, YBŞ, YJŞ heye. Me ji wan re jî ev rastiya xwe ragihand. Em piştrast in ku hêza me dikare parastina me bike. Me ji wan xwest ku hikumeta Iraqê vê rêveberiya me û hêzên me yên leşkerî qebûl bike. Dema ku nêrînek hikumeta Iraqê li ser Şengalê hebe, divê li nêrîna me jî bipirsin, me ji wan re jî ragihand. Berpirsyarên ku em bi wan re rûniştin, ti ji wan ji vê tifaqê re nerazî bûn. Bila miletê me hişyar be, îro man û nemana miletê me ye. Eger miletê me hişyar nebû, bi xwe nehesiya, dijminê miletê me zehf e. Ew li qirkirina miletê me digere. Bi kurt û kurmancî, ew li tinebûna ola Êzidiyan digerin. Eger gelê me ranebe ser xwe û bi hev re tevnegere, dema ev biryar li ser Şengalê hate bicihanîn, hingî ew dayik û xwişkên me firotin, arz û namûsa me birin, zarokên me kuştin, wê careke din bînin Şengalê, ew bibin mesûl li ser serê me. Gelê me vê yekê dibîne. Ev dem dema berxwedanê ye, berxwedana ji bo çand û ola xwe ye.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

RINDIK: Tirkan bi qanûnekê axaftina kurdî kirine sûc

  Tirkan di sala 1938a da bi qanûnekê axaftina kurdî li kurdan qedexe kirine, kirine …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *