Breaking News

Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê li ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê rabû


Têkildarî peymana rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, Meclîsa Jinên Ereb a herêma Şengalê, li gundê Bîrcalê yê bajarokê Medîbanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hewldanên fitne û xerabiyê yên dema dawî li herêmê tên kirin û hate ragihandin ku hedefa desthilatdarên mÎna PDK’ê ew e ku ewlehiya Şengalê têk bibin û pêşî li vegera gelan a li warê xwe bigirin.

Meclîsê diyar kir ku piştî herêma wan ji aliyê hêzên wan ên bi navê Nesir El Mûbîn ve hate rizgarkirin, bi berxwedanî û lehengiyeke mezin pêşî li qirkirin, terorê û fermanê hate kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Armanca lihevkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ew e ku bi komplo û lîstikan careke din îradeya gelan bişikînin. Pêkhateyên herêmê xwe li dora fikrên Rêberê Gelan Rêber Apo şoreşek pêk anîne û xwe bi rêxistin kirine. Lewma ev hewldanên tên kirin ji bo çavtirsandina gelan.”

‘LIHEVKIRIN DIKARE BIBE SEDEMA QIRKIRIN Û FERMANÊN NÛ’

Di daxuyaniyê d bi navê Meclîsa Jinên Ereb, lihevkirina li ser Şengalê hate şermezarkirin û hate gotin, “Em vê lihevkirinê qebûl nakin. Ev lihevkirina PDK û Bexdayê rê li ber qirkirin û fermanên nû vedike. Çawa ku sala 2014’an dest avêtin jinan û hatin firotin, ev lihevkirin jî rê li ber vê yekê vedike. Jin îro bi fikrê Rêber Apo xwe nas kiriye, bi rêxistin kiriye û tevlî her qada jiyan û siyasetê bûye. Lewma jin dikarin civakeke demokratîk ava bikin.”

‘HÊZA NESIR EL MÛBÎN TEMSÎLA HEBÛN Û VÎNA ME YE’

Meclîsa Jinên Ereb herî dawî jî li ser nirx û hebûna hêzên Nesir El Mûbîn ev daxuyanî da: “Hebûna hêzên me Nasir El Mubîn temsîla hebûn û vîna me ye. Bi yekîtî û biratiya navbera  ciwanên  pêkhateyên Ereb û Êzidî ev hêz hat avakirin. Bi saya şehîdên me yê qehreman, di kesayeta Nazê Nayif de ku ji bona me bûye dengê berxwedanê û her wiha Nûjiyan, Hebûn, Ronahî û bi hezaran şehîden me yên jin ku xewn û xeyalên wan bû ku Iraqek demokratîk û Şengalek xweser ava bibe. Herî dawî jî em wek jinên vê herêmê ev nirxên ku hatine avakirin em ê her dem  biparêzin. Em ê di her demê de li pêşiya leyistok û biryarên wiha bisekinin.”

Daxuyaniya meclîsa jinên Ereb yên Şengalê bi şiyara “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî hêza me ya Nesir El Mûbîn” bi dawî.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ÎHD’ê serdana Leyla Guven kir

Alîkara Hevserokên ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman, Serokê ÎHD’ê Şaxê Amedê Abdullah Zeytûn û Rêveberê Şaxê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *