Kovara Kurdî – Almanî “Şeva Yelda” dest bi weşanê kir


PeyamaKurd Kovarek Kurdî – Almanî “Şeva Yelda” ya ji aliyê Komeleya Civaka Kurd a Rhein-Main li eyaleta Hessen a Almanyayê tê derxistin, dest bi weşanê kir.

Li gor nûçeya Mihemed Emin Demir ya di Rûdawê hatî weşandin, Kovara Şeva Yelda bi edîtoriya Fatma Şeker û redaksiyona Buşra Delikaya, ji aliyê kadroyek ciwan ve li bajarê Offenbach am Main a girêdayî Frankfurtê tê amadekirin û weşandin.

Kovara di destpêkê de ji 6 mehan carekê wê bê weşan, di hejmara yekem de bi dirûşma “Verliert nicht die Hoffnung, nach der Dunkelheit kommt das Licht / Hêvîdar bin, piştî reşê rewşen tê” xwendevanên xwe slav kir.

Di nav nivîskarên kovarê de,  Dîlan Tekîn, Dogan Bayram, Firat Erînç, Azad Saticî, Sercem Yildiz, Alî Firat Nehîr û Mesut Kizmaz cîh digrin.

Di kovarê de ligel navdarên Kurd, li ser zimanê Kurdî, çand, dîrok û muzîkê gelek gotarên berfireh cîh digrin. Herwiha di kovarê de helbestek bi nave ‘Verlorene Kinder’ (Zarokên Wendayî) ku li ser zarokên Kurda ji aliye Buşra Delîkaya ve bi Almanî hatiye nivîsandin û di nav Tirkan de bi metelokên dîdaktîk ve wek Nasrettin Hoca tê binavkirin ji karakterê Kurd Melayê Meşhûr jî metelokek cih digre.

Kovar bi temamî polîtikayeke kulturî daye ber xwe û ji 28 rûpelan pêk tê. Tevahiya nivîsan bi Kurdî û Almanî ye.

Fatma Şeker derbarê armanca wan de dibêje: “Kurdên li Almanyayê ji dayîk bûne û Kurdî nizanin, em dixwazin bi zimanê herî zêde jê fêm dikin wate bi Almanî, wan derbarê Kurd û Kurdistanê de agahdar bikin. Herwiha yek ji armanca me ew e ku ji Almanên dixwazin Kurdan û çanda wan baştir nas bikin bibin çavkaniyek.”

Kesên ku bixwazin xwe bigihînin Kovara Şeva Yelda dikarin bi rêya [email protected] peywendiyê ligel aliyên berpirs dane û bibib aboneyê kovarê.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Talebanî: Sûdwergirtina ji ezmûnên Çîkiyan

Talebanî: Sûdwergirtina ji ezmûnên Çîkiyan Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *