Breaking News

Pirsa we û bersîva me – 169

Pirsa we û bersîva me – 169

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê wek henekeke xweş da.

 

Pirsa Derwêşê Şengalî û bersîva Nura Şane

 

Hilbet, em carina bersîvên ne standard dibînin, ew jî bo wê ye, ku tehmeke cuda bidine vê beşa malpera me.

Ka mêze bikin ji pirsa xwendevanê me û bersîva min çi derket…

 

Pirs: Dema xaçparêz ser xwe xaç dikin, tê çi maneyê?

 

Te dî, pêşî destê xwe didin milê xwe yê çepê, paşê milê rastê, paşê enîya xwe û paşê jî zikê xwe.

 

Ji bo xwendevanên me di roja yekşemê da hinek bikenin û roja wan bi kenê destpê bibe, min bersîveke ha dît:

 

Bersîv: Şiroveya wê ha ye: -Çep û rast nenihêre, hişê te heye, zikê xwe tije bike.

 

Riataza


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li ser Şengalê dron digerin

Hate ragihandin ku li Şengalê di nava van du rojên dawî de tevgerekî pir zêde …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *