Breaking News

Beyana Komela piştgirî û hevkarîya bi gelê kurd ra girêdayî pêpeskirina alaya Kurdistanê li Bexdayê

Beyana Komela piştgirî û hevkarîya bi gelê kurd ra girêdayî pêpeskirina alaya Kurdistanê li Bexdayê

Me bi xemgîneyeke mezin behsa derheqa şewitandina ofîsa Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê û pêpeskrina Alaya Kurdistanê ya netewî bihîst.

Sembolên gel ji cihanê ra behsa heyîtî û dîroka wî gelî dikin.

Ew Alaya ku di wextê xwe da li serê çiyayê Agirî hate bilindkirinê, bûye sembola berxwedana gelê kurd di tevaya sedsala 20î da.

Alaya Kurdistanê dîroka gelê me dihewîne.

Di wê Alaya sê rengan û Roya zêrîn di ortê da em û welatê me hene. Ew hebûn û bawerîya me û mêrxasîya pêşîyên me ye. Di wê da şerefa gelê me, amadebûna bona xwe gorî avabûna mala kurdan ya netewî bikin hene.

Gorî erf û edetên Îrana kevinare-kurdan em dikarin derheqa sê rengên Alaya kurdan da bêjin, ku ew reqema pûtperestîyê ya batinî ye, ku rastî û naveroka erf-edetên kurdaye ruhanîyêye kevnare hildigre nava xwe – “fikirên qenc → daxwezên qenc→karên qenc”, ku gorî rengan hatine bexşkirinê.

Em pêpeskirina wê sembola gelê kurd ya sereke ya paqij û kevinare şermezar dikin û qebûl nakin.

Em herwiha şewitandina ofîsa PDK şermezar dikin, partîya, ku hêvî û daxwezên gelê kurd pêk tîne, partîya ku bi hezaran endamên wê boy navê gelê kurd di bin Ala Rengîn da şehîd ketine, partîya ku Mustefa Barzanîyê Mezin damezirandîye.

Ev emelê terorîstîyê ku li Bexdayê pêk hat, bi awayekî vekirî dide xuyakirin, ku Alaya kurdan ya Netewî û sîyaseta PDK parastvanên berjewendîyên gelê kurd in, ku kelemên çavê dijminên gelê kurd in.

Bi wê ra girêdayî em bangî hukumeta Îraqê û Kurdistanê dikin di nava demeke kurt da sûckaran eyan bikin û ceza bikin.

Em bangî parlamentoya Îraqê û Kurdistanê dikin ku qanûnan qebûl bikin bona parastina sembolên dewletê yên Îraqê û Kurdistanê, ku di wan da wê zelal xuya bibe ka bona gunehkarîyên kesên wisa çi ceza wê bêne dayîn.

Em piştgirîya xwe bo Partîya Demokrat a Kurdistanê dîyar dikin.

Em bangî temamîya gelê kurd dikin gotinên Ahmedê Xanîyê Mezin bîr bînin: ”Yekîtîya daxwez û hêza xwe dîyar bikin, wek mêrxasan di bin alaya xwe da bibin yek, yekîtîya xwe nîşanî cihanê bikin”.

Serokê Komela piştgirî û hevkarîya bi gelê kurd ra

Yûrî Nabîyêv


Source link

About Hooshyar

Check Also

خاڵە جیاوازەکانی ترامپ و بایدن لە چیدان؟

دەنگدەرانی کە لە هەڵبژاردنی سەرۆکایەتیدا لە نێوان سەرۆک دانۆڵد ترامپ و جێگری سەرۆکی پێشو جۆو …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *