Breaking News

Ewûstralya û Yewnanîstanê destek dane HDP’ê


Hevalbenda Sosyalîst a Ewûstralyayê di daxuyaniyê de got, ”Em Hevalbenda Sosyalîst êrîşên antî-demokratîk ên rejîma Erdogan ên li ser HDP’ê şermezar dikin.”

Hevalbenda Sosyalîst operasyona li ser HDP’ê bi bîr xist, got, ”êrîşeke bi dilqê hiquqî lê bi temamî siyasî ye” û bang li hikûmeta Ewûstralyayê kir û got, ”ji ber vê zor û kotekiya dawî bi rengekî herî xurt hikûmeta Tirk şermezar bike.”

Tevgera Guherînê ya li Yewnanîstanê ku pêşengiya wê PASOK a sosyalîst dike, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku ‘xwenebihistî neke’.

Tevgera Guherînê operasyona qirkirinê ya li ser HDP’ê destnîşan kir û got, bi vê operasyona qirkirina siyasî hatiye çespandin ku ”ji bo hikûmeta Tirk û Erdogan demokrasî, rajoriya mafê mirovan û hiqûqê ‘ne xwedî ti nirxî ye.”

Di peyama xwe de Tevgera Guherînê her wiha diyar kir ew bi Sosyalîstên Ewropî û demokratan re, ku otorîteya rejîma Tirk û tevgera wê ya kêfî bi rengekî tund şermezar kirine, dengê xwe dike yek.

Tevgerê wiha got: ”YE li bara çalakiyên deryasayî yên Serokkomar Erdogan nikare xwe nebihistî bike. Sînordarkirina demokrasiyê ku fetisokî ku gelê Tirkiyê tûşî wê bûye û bêhurmetiya li hiqûqa navnetewî ku hikûmeta Tirk bi rengekî sîstematîk nîşan dide, encex bi rêya ambargoyê dikare were sekinandin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li pêşiya NY çalakiya xwedîlêderketina Şengalê

Bi banga CDK-S’yê li qada Chantepoûlet gel kom bû û meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *