Xwenîşanderên Belarûsê Bangên Ser Karvekişîna Lukashenko Didomînin

Protestoyên li Belarûsê yên piştî hilbijartina seroktîyê destpê kiribûn di roja 15an de didomin.

Bi hezaran xwenîşanderên ku roja Yekşemê li Mînsk ya paytext kom bûn bi sloganên ser azadîyê bang li Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukashenko, ku 26 sal in li desthilatê ye, kirin ku karvekişîna xwe ragihîne.

Di protestoyên dijî Lukashenko de heta niha bi kêmî ve 2 kes hatine kuştin, pirtir ji 7000 kes hatine desteser kirin.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) hilbijartinên serokomarîyê rexne kirin û fişar û tundûtûjîya li ser xwenîşanderan şermezar kirin.

Berbijara serokomarîyê ya opozîsyonê Svetlana Tikanovskaya dîyar dike ku wê di hilbijartina 9’ê Tebaxê de 60-70 ji sedê dengan sitandîye, lê di hilbijartinan de ‘’sextekarî’’ çêbûye.

Tikanovskaya, ku piştî hilbijartinê revîbû Lîtvanya, bang li alîgirên xwe kir ku ‘’guh nedin gefên Lukashenko’’ û ‘’têkoşîn’’a xwe bidomînin.

Lukashenko jî li bajarê Hrodna ji alîgirên xwe re axifî û da zanîn ku NATO dijî wan yekîneyên xwe li sînorê Polonya û Lîtvanya bi cîh dike.

Wî dîyar kir ku ewê yekîtîya Belarûsê biparêzin û bal kişand ser girîngîya piştgirîya leşkeran.

Berî protestoyan roja Yekşemê Wezareta Berevanî ya Belarûsê ragihandibû ku ewê leşkerên artêşê bo parastina bîrdarîyên welêt kar bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *