Mesrûr Barzanî civîneke taybet ligel Wezareta Pêşmerge li dar xist


PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokêwzîrê Hikûmetê Qubad Talebanî seroktiya civîneke taybet bi Wezareta Pêşmerge re kir û hejmarek babetên girêdayî bi wezaretê û rewşa Pêşmergeyan hatin guftûgokirin.

Li gorî daxuyaniya piştî civînê, di civînekê de tekezî li ser proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêza Pêşmerge hate kirin û dawî pêngavên di vî warî de hatin guftûgokirin û pêdagirî li ser bilezkirina proseya çaksazî di nava hêza Pêşmerge de hate kirin.

Herwiha guftûgo derbarê pirsa pileberzkirina piladarên hêza Pêşmerge hat kirin ku çend sal in hatine rawestandin. Biryar hat dayîn pileberzkirina hêza Pêşmerge bo sala 2017an bê bicihkirin û pileberzkirinên 2018 û 2019an û salên bê jî, li gor mîkanîzma nû û piştî hûrgiliyên zêdetir biyara pêwîst di wê derbarê de bê dayîn.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *