Li Fîlîpînê di Çend Êrîşên Bombeyî de Pirtir ji 10 Kes Hatine Kuştin


Berpirsên leşkerî yên Fîlîpînê îro Duşemê dîyar kirin ku mîlîtanên misilman yên hevalbendê DAÎŞ’ ê êrîşeke bi motorsîkletek teqemenî ya hêzdar û êrîşeke xwekuj ya bombeyî serhev pêk hatiye. Di encama her du êrîşan de 14 kes hatine kuştin ku piranî ya wan leşkerin û ev êrîşên herî tundre ne ku îsal li Fîlîpînê pêk hatine.

Serfermandarê artêşê yê herêmî General Corleto Vinluan ragihand ku di encama teqînên bombeyî yên nava rojê yên ku li bajarokê Jolo li eyaleta Sulu ya başûr rû daye de herî kêm 75 leşker, polîs û sivîl birîndar bûne.

Êrîş di dema ku hikûmetê hemberî rêjeya herî bilind ya bûyerên vîrusa korona yên li başûrê rojhilatê Asyayê tekoşîn dikir, çêbûn.

General Vinluan got ku piranîya mirovan ku zarok jî di nav de, di êrîşa yekê de hatine kuştin û birîndar bûne; dema ku motorsîkleteke bombe barkirî li nêzîkê du kamyonên arteşa Fîlîpînê yên ku li pêş firoşgehekê û dikanek komputerê sekinîbûn teqiyaye.

Di raporeke leşkerî de tê gotin ku, teqînek duyan ji hela êrîşvaneke jin ve, nêzîkê saetekê pişt erîşa yekê hatiye kirin û di encamê de leşkerek komandoyek polîs û çend kesên din birîndar bûne. Li gor raporê bombevanê gumankirî ji firoşgehekê derketiye, ber bi leşkerên ku ewlehîya dêrek Romanên Katolîk peyda dikirin meşya ye û ji nişkê ve xwe teqandîye.

Hat ragihandin ku, bombeyek sêyan li bazarek gelemperî hatiye dîtin. Bajaroka Jolo bi lezgînî ji hêla leşker û polîsan ve bi armanca ava kirina ewlehiyê hate girtin.

Heya niha ti rexistin an kes berpirsyarîya van êrîşan negirtîye ser xwe, lê artêş fermandarekî milîtan Ebû Sayyaf, Mundi Sawadjaan tawanbar dikin ku ew kes bo êrîşên xwekuj ya bombeyî yên di salên dawî de tê sûcdar kirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Keş û Bayê Herêm û Cîhan ê

Keş û Bayê Herêm û Cîhan ê Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *