Ji bo zarokên heta 5 salî maske hewce nake


PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji bo zarokên bin 5 saliyê hewce nake, lê divê zarokên temenê wan 12 salî û zêdetir bin maskeyan bi kar bînin.

Li gorî daxuyaniya WHOyê ya bo hişyariya zarokan di belavbûna vîrusa koronayê de, zarokên 12 salî û temenê wan zêdetir, ji bo alîkariya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê, divê weke mezinan maske bi kar bînin.

Lê belê li gorî WHOyê zarokên ji 5 salî biçûktir bi awayekî giştî hewce nake maskeyê bi kar bînin, tenê dikarin li cihên pêwîst maske bi kar bînin.

Heta niha li seranserê cîhanê 23 milyon zêdetir kes bi koronayê ketine, 806 hezar û 232 kes mirine û 15 milyon û 824 hezar û 412 kes jî baş bûne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rûsyayê çima firîna balafiran a ber bi Tirkiyê rawestand?

Sektora turîzmê ya Tir li hêviyê bû ku heta 1’ê Hezîranê 800 hezar turîstên Rûs …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *