Dr. Saman Berzincî ji Amerîka û NY alîkariya tenduristî xwest


PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro bi Konsûlê Giştî yê Amerîkayê Rob Woller re li Hewlêrê civiya.

Dr. Saman Berzincî di civînê de daxwaza alîkariya tenduristîyê li Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî(NY) kir ku beriya niha alîkarî dabûn hikûmeta Iraqê jî.

Li gorî BasNewsê Dr. Saman Berzincî got: “Îro roja yekşemê bi hemahengiya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê em ligel Konsûlê Giştî yê Amerîkayê Rob Woller civiyan. Di civînê de me rewşa tenduristiya Herêma Kurdistanê  û belavbûna nexweşiya Koronayê kir. Herwiha me behsa rola Amerîka û Neteweyên Yekbûyî kir di warê hevkariyê de.”

Dr. Saman Berzincî da zanîn ku wan di civînê de daxwaza alîkariyê û hevkariyê di warê tenduristî de li Amerîka û civaka navdewletî kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir: “Min daxwaz kir rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û alîkariya me bikin, lewre wan bi rêya Neteweyên Yekbûyî alîkariya Iraqê kir. Dikarin alîkariya Herêma Kurdistanê jî bikin. Taybet jî di warê derman û pêdawîstiyên pizîşkî yên dijî nexweşiya Koronayê de.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

ئەمەریکا و ئەوروپا نیگەرانن لە ڕەوشی تەندروستی ناڤاڵنی و پەیام بە ڕوسیا دەدەن

بەڕێوبەری سیاسەتی دەرەوەیی یەکێتی ئەوروپا دەڵێت یەکێتی ئەوروپا ڕوسیا بەرپرسیار دەکات لە بەرامبەر ڕەوشی تەندروستی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *