Amerîka ji baregeha Taciyê vekişiya û radestî hêzên Iraqê kir


PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê baregeha leşkerî ya herî mezin li Iraqê, baregeha Tacîyê û hemû alavên tê de radestî hêzên Iraqê kir.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Hafacî ragihand ku Hevpelmaniya Navdewletî herêma 8an a Baregeha Leşkerî ya Taciyê radestî hêzên Iraqê kiriye.

Hafacî herwiha da zanîn ku dê ji niha şûnde baregeh ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve were bikaranîn.

Di baregeha Taciyê de hêzên Amerîka, Avustralya û Zelanda Nû perwerdehiya leşkerî didan hêzên Iraqê.

Televizyona Arabiayê jî doh ragihandibû ku wê îro 23yê Tebaxê hêzên Amerîkî ji baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê vekişin û radestî hêzên Iraqî bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî ya li Washingtonê de gotibû, wan li ser kêmkirina hêzên Amerîkî û vekişandina beşek hêzên Amerîkî li hev kiriye.

Beriya niha 16ê Tebaxê jî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, cebilxaneya herî mezin a leşkerî ya li baregeha Tacîyê radestî hêzên Iraqî kiribû.

Baregeha Taciyê gelek caran rastî êrîşên moşekî hatibû ku Amerîkayê bi wan kiryaran Îran tawanbar kiribû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Raporta Ser Xebatên Hunermend Sîrwan Şakir (Dengê Amerîka)

Di vê raportê de mamostayê Zanîngeha Duhokê behsa jîyana xwe ya hunerî û xebatên xwe …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *