Talana li Amazonan dewam dike


Tê gotin, bi hezaran cotkar tevî qadên daristanî, her wiha xozên li qadên çandiniyê dişewitînin. Bi şewitandina xozan re xisareke mezin li daristanan dibe. Tê zanîn ku yek ji sedemên rûdana bi deh hezaran şewatên li Amazonan, ev hewldanên ji bo çandiniyê ye.

Berdêla vî karê ji bo zêdekirina çandiniyê li Brezîlyayê tê kirin, daristanên Amazonê dide ku weke ‘cîgera dinyayê’ tên naskirin. Darên li Amazonan gelek caran tenê ji bo amadekirina çêrgerê ji bo sewalan tên birîn.

Pîvandin û lêkolîna Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Neteweyî (INPE) ku her meh dike, şewata li derdora qadên çandiniyê yên li Amazonan balê dikişînin.

TEVÎ QEDEXEYÊ JÎ XOZ TÊN ŞEWITANDIN

Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro bi xemsariya xwe ya li pêşberî mijarên hawirdor û avhewayê tê naskirin. Polîtîkayên Bolsonaro dibe sedem ku xisara li daristanan zêde bibe. Bolsonaro beriya hilbijartinên sala 2018’an soz dabû ji bo bikaranîna daristanan ji bo çandiniyê wê destûrê bide talankirina daristanan.

Ji meha Tîrmehê ve şewitandina xozan a li daristanan û qadên çandiniyê ji bo 3 mehan hate qedexekirin. Piştî ku rewş mehên Tebax û Îlonê hate pîvandin wê hingî eşkere bibe ku ev qedexe çiqasî bi bandor bûye.

MEHA TÎRMEHÊ KÊM BÛ, LÊ BELÊ DI NAVA 12 MEHAN DE YEK JI SÊ PARAN ZÊDE BÛ

Daneyên fermî nîşan didin ku talana li daristanên Amazonê yên meha Tîrmehê li gorî Tîrmeha 2019’an bi rêjeya 39 ji sedî kêm bûye. Lê belê di 12 mehên navbera Tebaxa 2019 û Tîrmeha 2020’an de herî kêm 9 hezar û 200 kîlometreçargoşe qadeke daristanî tune bû. Ev yek jî li gorî demek beriya xwe bi rêjeya 34.5 ji sedî zêde bûye.

Li gorî daneyên Greenpeace, di 10 rojên destpêkê yên Tebaxa îsal de li daristanên Amazonê yên li Brezîlyayê zêdeyî 10 hezar carî şewat hatiye derxistin. Ev yek jî li gorî sala derbasbûyî tê wateya zêdebûna yek ji pêncan parî.

‘ŞEWATA JI BER XWE VE RÛ DIDE, BI QASÎ KU NÎNE, KÊM E’

Li gorî hawirdorparêzan, şewata ji ber xwe ve ya ji ber germahiyê li daristanên Amazonê rû dide, bi qasî ku nîne, kêm e. Ji 9 hezar kîlometreçargoşeyê qada daristanî ku 12 mehên derbasbûyî ji ber şewatê tune bû, tenê 11 ji sedî li qadên parastî û rezervên gelên xwecihî rû da. Yanî dema ku bê xwestin daristan bi hêsanî dikarin bên parastin.

Li gorî yek ji damezrînerên Enstîtuya Hawirdorê û Mirovan a Amazonê (ÎMAZON) Beto Verîssîmo ku ji AFP’ê re axivî, cotkarên ku dixwazin xaka wan dagir bikin yan jî çete, destpêkê daristanan talan dikin. Piştre jî ji bo qadên navborî ji çandiniyê re amade bikin, agir berdidin herêmê.

Daristanên Amazonê ku li Başûrê Emerîkayê li nava 9 welatan e, bi qada xwe ya ji 7 milyon kîlometreçargoşeyî, nîvê parzemînê ye. Zêdeyî 5.5 milyon kîlometreçargoşeyê vê qadê jî ji daristanên baranê pêk tê. 60 ji sedî yê van daristanan jî li Brezîlyayê ye. Daristanên Amazonê her wiha li Perû, Kolombiya, Venezûela, Ekvator, Bolîvya, Gûyana, Sûrînam û Gûyana Fransayê ne. 13 ji sedî yê vê daristanê li Perûyê ye, 10 ji sedî jî li Kolombiyayê ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ئەمەریکا و ئەوروپا نیگەرانن لە ڕەوشی تەندروستی ناڤاڵنی و پەیام بە ڕوسیا دەدەن

بەڕێوبەری سیاسەتی دەرەوەیی یەکێتی ئەوروپا دەڵێت یەکێتی ئەوروپا ڕوسیا بەرپرسیار دەکات لە بەرامبەر ڕەوشی تەندروستی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *