Pompeo Dê Serdana Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê di rojên pêş de serdana Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku dest bi peywendîyên normal kiribûn, bike.

Reutersê ji zarê du jêderan dîyar kir ku Pompeo dê roja Duşemê here Îsraîlê û roja Sêşemê jî serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike.

Her du jêderên ku nexwestin navên eşkere bibin gotin ku Pompeo dê bi karbidestên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re ser ‘’rîskên ewlekarîyê yên Çîn û Îranê li herêmê çêkirine’’, biaxife.

Li ber e ku şêwirmendê payabilind yê Qesira Sipî Jared Kushner yê zavayê Serok Donald Trump jî di hefteya pêş ya Îlonê de here Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û hin welatên din yên li herêmê.

Karbidestekî ji rêvebirîya Trump ji Reutersê re da zanîn ku Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn Avi Berkowitz jî dê bi Kushner re here û ew dê bo lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî spasîya wan bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Derhenêr Alan bi Belgefîlma Xwe Bal Dikşîne Ser Dijwarîyên Ajalan (Dengê Amerîka)

Alan bi belgefîlma “Bavê Kûçikan” dixwaze bal bikşîne ser dijwarîyên ajalan li herêma Wanê Source …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *