Pompeo Dê Serdana Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê di rojên pêş de serdana Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku dest bi peywendîyên normal kiribûn, bike.

Reutersê ji zarê du jêderan dîyar kir ku Pompeo dê roja Duşemê here Îsraîlê û roja Sêşemê jî serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike.

Her du jêderên ku nexwestin navên eşkere bibin gotin ku Pompeo dê bi karbidestên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re ser ‘’rîskên ewlekarîyê yên Çîn û Îranê li herêmê çêkirine’’, biaxife.

Li ber e ku şêwirmendê payabilind yê Qesira Sipî Jared Kushner yê zavayê Serok Donald Trump jî di hefteya pêş ya Îlonê de here Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û hin welatên din yên li herêmê.

Karbidestekî ji rêvebirîya Trump ji Reutersê re da zanîn ku Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn Avi Berkowitz jî dê bi Kushner re here û ew dê bo lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî spasîya wan bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *