Ozsoy: Tirkiye hewl dide aloziyê sor bike û li dora maseyê rûnê


Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsê yê HDP’î Hişyar Ozsoy li ser destwerdana Tirkiyeyê ya li Derya Spî û Lîbyayê ji ANF’ê re axivî.

Ozsoy diyar kir, ku meseleya Rojhilatê Derya Spî şerê ji bo parvekirina çavkaniyên hîdrokarbon e û got, “Di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Başûrê Qibrisê de 10 sal in pêvajoyek heye. Peyman li ser çavkaniyên gaza xwezayî hatin kirin, her wiha tê zanîn ku Başûrê Qibrisê endamê Yekîtiya Ewropayê ye. Lewma Yekîtiya Ewropayê jî di nava meseleyê de ye. Tirkiye jî di ser Bakurê Qibrisê re daxwaz mafekî dike û hewl dide parekê ji vê pastayê werbigire. Berê li derveyî maseya parvekirinê ya li Rojhilatê Derya Spî hatibû hiştin. Niha jî bi sorkirina aloziyê re hewl dide li dora maseya bazarê rûnê. Lê weke ku tê dîtin rewş berevajî bû û Tirkiye bêhtir îzole bû.”

Ozsoy di heman çarçoveyê de bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê jî û got, “Li Lîbyayê hikumeta Serrac daxwaza agirbestê ya bêşert kir. Lê belê beriya niha bi sê mehan digotin ‘Em ê heta dawiyê li dijî terorîstan şer bikin’. Hem Tirkiyeyê hem jî hikumeta Serrac li dijî Xelîfe Hefter zemînek bi dest xistin. Ya rast, Tirkiye dema ku kete Lîbyyaê armanceke xwe nebû ku Lîbyayê bi temamî kontrol bike û dijberên Serrac hemûyan têk bibe. Hesabê Tirkiyeyê welê bû ku bikeve qadê, wan neçarî agirbestê bikin û dema ku agirbest hate ragihandin jî li dora maseyê parekê bi dest bixe. Lewma divê mirov zêde guh nedin gotinan, Tirkiye bi dengekî bilind li ber Îsraîlê rabe jî li maseya bazariyê ya navneteweyî hewl dide cihê xwe xurt bike. Ji ber ku li dora maseyên Rojhilatê Derya Spî yên li ser gaza xwezayî cihê Tirkiyeyê nîne. Bi bilindkirina tansiyonê, bi tevlîhevkirinê û mîlîtarîzekirinê dibêje, min jî li dora maseyê bidin rûniştandin. Ji ber ku Erdogan ji aliyekî ve dike barebar, li aliyê din jî dibêje ‘Em ti peymanên ku me tevlî nake rewa nabînin’. Ev yek tê wê wateyê ku ‘bêyî min divê hûn peymanê nekin’. Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê li ser vê zemîna hêsan e.”

Ozsoy got, “Tirkiye heta jê bê wê zorê bide û bi vî rengî hewl bide biçe zemîna lihevkirin. Naxwe rewşeke xwe ya welê nîne ku ji aliyê leşkerî ve li ber Yekîtiya Ewropayê yan jî Fransayê rabe. Ne kapasîteya xwe ya leşkerî ne jî ya aborî rê dide vê yekê.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 140 Mîlyonî Borî

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 140 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *