Mesrûr Barzanî nameyekî taybet bo Pompeo hinart


PeyamaKurd– Berpirsê têkiliyên karên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo nameyekî taybet şandiye. Sefîn Dizeyî piştî civîna bi nûnerên Herêma Kurdistanê re yên ku bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re çûbûn seredana Amerîkayê peyaman da. Dizeyî weha got:

“Armanca Amerîkayê ew e ku têkiliyên herêma Kurdistanê û Bexdayê baş bibin û îstîqrar çêbibe. Bi sedema Amerîka dixwaze têkiliyên xwe yên stratejîk bi Iraqê re bipêşbixe, dixwaze problemên navxwe çareser bibin. Bi taybetî ji mudaxeleyên derve yên bo Îraqê gelek acize.”

Sefîn Dizeyî got ku berya heyetên Iraqê û Amerîkayê li Washingtonê bicivin, serokwezîr Mesrûr Barzanî bo wezîrêkarên derve yê Amerîkayê bo Pompeo nameyekî taybet şand û got ku hukumeta herêma Kurdistanê destekê dide têkiliyên navbera Amerîkayê û Iraqê. Hem serokwezîr Barzanî xwest ku Amerîka di têkiliyên Hewlêrê û Bexdayê de rola xwe bileyîze. Dizeyî weha dewam kir:

“Çend babet hene ku di navbera Bexda û Hewlêrê de arîşeyan çêdikin. Hinek ji wan probleman yên ku wext distînin. Mînak; Erebkirina Kurdan. Babetên weha di wextekî kurt de çareser nabin. Lê di qanûna esasî de çi hebe, divê li gor wê tevbigerin. Divê qanûna xazê û petrolê derxin lê dernaxin. Bexda di vê mijarê de li gor qanûna kevin tevdigere û temamê qeweta petrol û xazê di destê xwe de dihêle. Lê destûra Iraqê, Iraq û herêma Kurdistanê di desthilatê de weka hev mafdar dike. Bi vê sedemê divê qanûnekî nû amade bibe. Hevdîtinên Hewlêrê û Bexdayê hêj dewam dikin. Em bende ne ku heya dawiya salê piraniya problemên hene çareser bibin. Bi heman şêweyê, dê Iraq budçeya sala 2021an ya herêma Kurdistanê jî bişîne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Keş û Bayê Herêm û Cîhan ê

Keş û Bayê Herêm û Cîhan ê Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *