Li Stenbolê jineke din hate kuştin


Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên dijminatiya li jinan, dibin sedem ku tundî û bûyerên kuştina jina zêde bibin.

Li taxa Ertûgrûl Gazî ya navçeya Pendîkê ya Stenbolê, Rozygul Rejepova ku jineke ji Tirkmenistanê ye, li depoyeke êzingan ji aliyê kesê bi navê Annamûhammet Y. (29) ve hate kuştin.

Kujer Annamûhammet Y. diyar kir ku wî Rejepova bi rêya înternetê nas kiriye û li sûcê xwe mikur hat.

Li gorî Platforma ‘Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin’, meha derbasbûyî 36 jin hatin kuştin. Li gorî platformê 11 jin jî bi rengekî gumanbar cesedên wan hatin dîtin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Paşîvek û suhbeteke germ li gel Kurdên Rûsyayê (Youtube)

Paşîvek û suhbeteke germ li gel Kurdên Rûsyayê (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *