Li Hîndistanê Hejmara Pêketîyên COVID-19 ji 3 Mîlyonan Derbaz Kir


Li Hîndistanê îro Yekşemê hejmera pêketinên korona giheşt 3 mîlyonan ku bi vê rêjeyê ew welat di asta hejmara pêketîyên nû de bû welatê yeke yê cîhanê.

Karbidestên saxlemîyê 69,239 bûyerên nû yên tûşbûnê ragihandin û hejmera giştî ya peketinên korona li Hîndistanê giheşt 3.044.940’an.

Hîndistanê herwiha 912 mirinên nû ragihandin ku hejmara giştî ya mirinan jî giheşt 56.706’an.

Belavbûna nexweşîya COVID-19 li herêmên gundewarî yên xizan li bakur û li heremên dewlemend yên şenîbar yên li başur didome.

Li du bajarên herî mezin yên Hîndistanê rêjeya pêketinênkorona gelek bilind e. Lêkolînên ser pêzanînên testên vîrusê nîşan didin ku nexweşîya COVID-19 bi taybetî û piranî di nava rûniştvanên li paytext New Delhi û li navenda darayî Mumbai belav dibe.

Belavbûna zêde ya vîrusê li herêmên gundewarî yên eyaletên Uttar Pradesh û Bihar yên li bakurê Hindistanê û li eyaletên Telangana, Karnataka, Tamil Nadu yên li başûr bi rengekî xeter hejmera bûyerên nû pirtir dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Hîndistan piştî Amerîka û Brezîlya xwedîyê hejmera herî bilind ya bûyerên vîrusa korona ye û bi 56.706 mirinên ji vîrusê li cîhanê di rêza çaran de ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Însiyatîfa Zarokên Êgir 2 depo û 3 wesayit şewitandin

Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Êgir de hate gotin, “Li Sakarya, Mersîn, Osmaniye, Kocaelî û Stenbolê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *