Koalîsyona Navneteweyî Bingeha Leşkerî ya Tajî li Îraqê Vala Dike

Koalîsyona Hêzên Navneteweyî ragihand ku leşkerên koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka îro Yekşemê ji bingeha leşkerî ya li Tajî derketine û kontrola bingehê radestê hêzên ewlehîya ya Îraqê kirine.

Dijî bingeha leşkerî Tajî, ku 20 kîlometre li bakurê rojhilata Bexdayê ye, di mehên dawî de ji hêla mîlîsên bi piştgirîya Îrane vê jimareke êrîşên mûşekî hatibû kirin û leşkerên koalîsyonê hatibûn armanc kirin.

Koalîsyona Navneteweyî di daxuyanîyekê de ragihand ku li nêzî 2000 endamên koalîsyonê bingeha Tajî man, ku piranîya wan leşkeran vê havînê ji wir derketine.

“Biryara koalîsyonê wek beşek ji planeke demdirêj ya bi hikûmeta Îraqê re hatiye dayîn. Leşkerên koalîsyonê yên mayîn wê di rojên pêş de ji bingehê derkevin, piştî ku alavên heyî radestî hêzên ewlekarî yên Îraqî re werin kirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rûsyayê çima firîna balafiran a ber bi Tirkiyê rawestand?

Sektora turîzmê ya Tir li hêviyê bû ku heta 1’ê Hezîranê 800 hezar turîstên Rûs …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *