Ji bo Meşa Dirêj hindik ma


Meşa Dirêj ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal di navbera 5-11’ê Îlonê de li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dest pê dike. Meş wê bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan” heta bajarê Hambûrgê bidome.

BANGA LI CIWANAN: ÎSAL GIRÎNGTIR E

Meşa ku 20 sal in li Ewropayê bi pêşengiya ciwanên Kurd tê lidarxfistin, îsal di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serî hilde’ pêk tê.

Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Swêd, Îngilistan û tevahiya Ewropayê bi sedan ciwan tevlî bibin. Komîteya Amadekar a Meşê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya komîteyê de hate ragihandin ku faşîzma dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê gihîştiye asta herî bilind û di demekê de ku tecrîd hatiye şidandin, pêkanîn Meşa Dirêj gelekî girîng e. Komîteyê bang li ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Komîteyê diyar kir, wê çalakiyê bi ruhê berxwedana Cenga Heftanînê li dar bixin û wê di heman demê de peyamê bidin dewletên Ewropayê yên ku bi dewleta Tirk re hevkariya siyasî, leşkerî û aboriyê dikin û piştgiriya qirkirina Kurdan dikin. Komîteyê destnîşan kir ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê bibin yek, li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bi rengekî mezin li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

BERNAMEYA MEŞÊ

Ciwan wê roja 4’ê Îlonê li bajarê Hannoverê li hev kom bibin. Bernameya Meşa Dirêj wiha ye:

“Roja destpêkê: Hannover-Lehrte

Roja duyemîn: Lehrte-Celle

Roja Sêyemîn: Celle-Unterlüß

Roja Çaremîn: Unterlüß-Lüneburg

Roja Pêncemîn: Lüneburg-Winsen-Luhe

Roja Şeşemîn: Winsen-Luhe-Harburg

Roja Heftemîn: Harburg-Hamburg.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Serêkaniyê çete bi hev ketin, gelek ji hev kuştin

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA’yê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji nava bajarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *