Hejmara Pêketinên Korona li Florida Giheşt 600 Hezaran

Eyaleta Florida ya Amerîka, îro Yekşemê ragihand ku hejmera giştî ya pêketinên vîrusa korona giheşt 600.000’an.

Di heman demê de, Florida yek ji rêjeya herî kêm ya tûşbûnên rojane ya nav du mehên dawî ragihand ku ew pênc roj in ku ew kêmbûn destpê kiriye.

Florida îro 2.974 tûşbûnên nû ragihandin ku ev ji 22’ê Hezîranê vir ve cara duyan e ku di rojekê de ji kêmtirê 3,000 hejmera pêketîyên nû tênê tomar kirin.

Cara yekê roja Duşemê bû ku hîngê 2678 bûyerên nû yên pêketina korona hatibûn ragihandin.

Di ragihandinên rojên Yekşem û Duşemê de bi giştî hejmarên pêketina vîrusê di asta herî kêm de ye jiber ku hemî nexweşxane di dawîya hefteyan de, hejmera pêketîyan eşkere nakin.

Hejmara giştî ya rojane herî zêde di 15’ê Tîrmehê de hatibû dîtin ku wê çaxê pirtir 15,000 tûşbûn hatibûn tomar kirin, lê ji hîngê vir ve rêjeya pêketina vîrusê nizimtir dibe.

Karbidest bal dikşînin ku hejmara kesên ku bi sedema nexweşîya COVID-19 li nexweşxanyan têne derman kirin jî kêmtir dibe.

Îro 4578 pêketîyên vîrusê li nexweşxaneyên Florîda dihatin dermankirin ku ev hejmar do Şemîyê 4.773 kes bû ku ew ji Pêncşemê vir ve daketineke nêzikî 800’î ye.

Hejmara herî bilind ya kesên li nexweşxaneyan di 23’yê Tîrmehê de ji 9500 kesan derbaz kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li nexweşxaneyên Florida heya niha bi giştî 600.571 bûyerên vîrusa korona hatine dîtin.ragihandiye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Darayî: Budce wê were cêbicêkirin

Darayî: Budce wê were cêbicêkirin Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *