Ocean Viking, keştiya alîkariya miorvî li herêma Sicilya ya Italyayê ev mehek e ji hêla rayedaran ve tê girtin.
Rayedara SOS Medîterraneyê Sophîe Beau ji franceînfoyê re axivî û got, ”Di sedsala 21’ê de em nikarin bihêlin ku mirov li ber çavê me bixeniqin û bimirin. Ji ber vê jî ev keştî divê dîsa bixebite.”
Ocean Viking ji 22’yê Tîrmehê ve nikare li DeryayaSpî seferê bike.
Beau got divê rêxistinên şebeke divê werin feşkilandin û got, ”Lê ew mirovên li ber deriyê Ewropayê û yên li ber çavê mirov, divê em destê alîkariyê bidin wan.”
Beau got keştî ji bo ku bikaribe jiyana mirovan xilas bike divê were berdan û diyar kir li Deryayaspî rewşa mirovî pir kambax e.
Source link