Protestoyên li Başûrê Kurdistanê didome


Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ber êvarî protestoyên mezin hatin lidarxistin.

Ji ber bêdengiya hikumeta herêmê ya li hemberî dagirkeriyê, pirsgirêkên di qadên ekonomî û tendirustiyê gel li Silêmanî, Helebçe, Hewlêr, Kelar, Ranya û Şeladizê daketin qadan û bang li hikumetê kirin ku bila îstîfa bikin.

Bi sedan kes li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê kom bûn û bi sloganên ‘Bila hikumet îstîfa bike’ nerazîbûn nîşan dan.

Li Ranyayê jî gel li qada bazarê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Hêzên asayîşê êrîşî gel kir, bombeyên gazê avêtin gel û bi fîşekên plastîk gel gulebaran kir. Gel bi keviran li ber xwe da, gelek xwepêşander birîndar bûn.

Li Kelarê jî gel li Parka Leyla Kasim kom bû û heta avahiya kaymakamtiyê meşiyan. Ji ber ku êrîşî meşê hate kirin, bûyer çêbûn. Şerê di navbera gel û hêzên asayîşê didome.

Li Şeladizêya Duhokê jî beriya protestokirina êrîşên dewleta Tirk qedexeya derketina derve hate ragihandin, ketin û derketina bajêr hate qedexekirin. Asayîşa girêdayî PDK’ê ji bo pêşiya protestoyan bigire, girtina dikanan li ser esnafan ferz kir.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *