Trump û Kazimî civiyan: Êrîşên Tirkiyê nayên qebûlkirin…


PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî di serdana xwe ya Amerîkayê de, li Koşka Spî bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya.

Serokê Amerîka Donald Trump, piştî civîna ligel Mistefa Kazimî ji rojnamevanan re axivî û got: “Hejmareke diyarkirî ji hêzên Amerîkayê dê li Iraqê bimînin, heger Îran tiştekî bike, daku alîkariyê bikin.”

Serokê Amerîkayê got ku Amerîka li Iraqê beşdarî gelek projeyên dîtin û derxistina bîrên petrolê dibe.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî li ser êrîşên Tirkiyê bi ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi hinceta PKKê jî got, “Êrîşên Tirkiyê nayên qebûlkirin. Emê rê nedin. Em hêvî dikin vê pirsgirêkê ligel Tirkiyê çareser bikin.”

Trump jî diyar kir ku têkiliyeke wî ya gelekî baş bi Tirkiye û Erdogan re heye û got, “Emê pê re biaxivin, lê belê bi Tirkiye û Serok Erdogan re têkiliyên min pir pir baş in.”

Çend têbinî ji civîna rojnamevanî ya Trump û Kazimî:

Trump li ser pirseke derbarê Kurdan de got: “Kurd di mijara jinavbirina DAIŞê de hevkarên me bûn. Peywendiyeke me ya baş bi Kurdan re heye.”

Herwiha Trump li ser pirsa rojnamevanekî Kurd destnîşan kir ku pêwendiyeke baş a Amerîkayê ligel Kurdan heye.

Mistefa Kazimî got ku Iraq pêşwazî li kompanî û veberhênerên Amerîkayê dike û diyar kir; “Şanda hikûmetê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên hejmarek peyman ligel şanda Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îmze kirin.”

Li ser destwerdana Tirkiyê jî Mistefa Kazimî got: “Em bi ti awayî binpêkirin û destwerdanên Tirkiyê yên bi ser axa Iraqê û rûmeta Iraqê de qebûl nakin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rûsyayê çima firîna balafiran a ber bi Tirkiyê rawestand?

Sektora turîzmê ya Tir li hêviyê bû ku heta 1’ê Hezîranê 800 hezar turîstên Rûs …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *