“Tirkiye di Derya Reş de 800 mîlyar m3 xaz diye”

PeyamaKurd– Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan do ragihandibû ku dê roja înê mizgînekî bide xelkê Tirkiyê. Lê do, Bloomberg News ragihand ku mizgîn di derbarê dîtina xaza xwezayî ya di Derya Reş de ye.

Îro jî ajansa Reutersê ku çavkaniya xwe dibe ser rêvebirekî dewleta Tirkiyê, dibeje ku Tirkiyê li rojavayê Derya Reş, li herêma Tuna-1 ê bi miqdarê 800 mîlyar m3 xaza xwezayî keşf kiriye. Reuters dibêje ku ev miqdar dikare pêdiviya Tirkiyê ya 20 salan temîn bike.

Heman rêvebir bo Reutersê gotiye Tirkiye dikare di nav 7 heya 10 salan, dest bi hilberîna xazê bike û bo mesrefa wê, di navbera 2 heya 3 mîlyar dolaran pêdivî bi pere heye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

سەرپزیشکێک: ناکرێ هەموو تاکێک پسپۆڕی بواری ڤاکسین بێت

ڤاکسینی ئاسترا زێنیکا. Lyssna: سەرپزیشکێک: ناکرێ هەموو تاکێک پسپۆڕی بواری ڤاکسین بێت •     …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *