Destekî derve di bûyera Zaxo de heye, 61 polîs birîndar bûn


PeyamaKurd – Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê Tariq Ehmed ragihand ku di bûyer û aloziya şevê din a şifêran de, 61 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne. Ehmed diyar kir, “Ev bi plan bûye û destekî derveyî, li paş vê rûdanê hebû.”

Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê Lîwayê Mafperwer Tariq Ehmed, li ser çawaniya çêbûna rûdana şevê din a şifêran ragihand: “Destpêkê hejmarek şufêrên wesayîtên barhilgir kom bûn, da ku daxwazên xwe bigihînin rayedaran, dezgeha ewlehiyê li wir amade bû, ligel wan şofêran danûstandinên xwe dikirin, da ku bizanin daxwazên wan çi ne û çima bi vî awayî di vî wextî de kom bûne û bi rêya sendîkayê xwestekên xwe negihandine.”

Tariq Ehmed ji K24 re got: “Dema dezgeha ewlehiyê bi şofêran re bi danûstandinê ve mijûl bûn, ji dûr ve teqe li polîsan û cihê xwepêşandanê hat kirin, du car teqe hate kirin û di wê demê de weke planekê, ji çend cihên din teqe hatin kirin, wesayîtên xelkê hatin şikandin û alozî çêbû.”

Hêzên ewlehiyê 18 kes desteser kirin

Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê dibêje; 18 kes hatin desteserkirin û ewên ku hatine desteserkirin, ji wan tenê 4 kes şofêr bûn, kesên din ti peywendiyên wan bi şofêran re tine bû û di destê çend kesan de çek hebûn, “loma em dibêjin destekî derveyî, li paş vê xwepêşandanê heye, ew destê derveyî jî ti peywendiyeke wî bi şofêran re, heta peywendiya wî bi Zaxo û Duhokê re jî tine.”

61 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

Rêveberê Polîsê Duhokê tekez kir: “Ji ber wê aloziyê zirareke mezin derket holê, 61 endamên ewlehiyê; polîs, asayîş û endamên din ên hêzên ewlehiyê hatin birîndarkirin û bo nexweşxaneyê hatin rakirin, hinek kesên din jî birîndar bûn û neçûn nexweşxaneyê.”

Herwiha di aloziyên şeva din ên Zaxoyê de 4 welatî jî birîndar bûn. Tariq Ehmed da zanîn; yek ji wan birîndaran zarok bû û du birîndar jî di destê wan de çek hat girtin.”

Tariq Ehmed got, “Niha rewşa Zaxoyê aram e, li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bazirganî berdewam e û ti pirsgirêk tine.”

Ehmed li ser ziyanan jî wiha axivî: “26 wesayîtên me yên asayîş û polîs, zirar dîtine, hinek ji wan cam pê ve nemaye, hinek ji wan gulle li wan ketine, ev bi plan bûye û hatiye dariştin, çimkî naçe aqlê mirov ku ew şofêr him ji bo daxwazên xwe kom bûne û di heman demê de ji çend cihên din gulle têne berdan.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Darayî: Budce wê were cêbicêkirin

Darayî: Budce wê were cêbicêkirin Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *