Biden Soza Xurtkirina Rola Amerîka ya di Qada Navnetewî de Dide


Cîgirê Serokê berê yê Amerîka Joe Biden îşev di Kongreya Neteweyî ya Partî ya Demokrat de ragihand ku ew bi serbilindî namzetîya Partîya Demokrat ya jibo seroktîya Amerîka qebûl dike.

Biden got ku ew Demokratekî serbilind e, lê ewê bibe serokê hemî Amerîkîyan.

Wî soz da ku ewê nirxê Amerîka ya di qada navnetewî de û hêza Amerîkî ya leşkerî jinûve xurt bike.

“Ezê, bi pêgirî berpirsîyê rakim ser xwe ku wek fermandarê giştî xîzmeta we bikim. Ezê bibim serokekî ku li kelêka heval û hevbendên xwe disekine û ji neyaran re eşkere dike ku êdî dilxweşkirina dîktatoran nemaye.”

Biden herwiha got ku di bin rêbertîya wî de sîyaseta derve ya Amerîkî de gelek cihê be.

“Di bin rêvebirîya Serok Biden de, Amerîka dê çavê xwe ji merkujên kirêkirî yên Rûsî negire ku ketine dû serê leşkerên Amerîkî û ezê nehêlim ku hêzên bîyanî maya xwe di peyvajoya hilbijartibl de bike.”

Wî bi berdewamî got ku ewê her dem jibo maf û rûmeta mirovan bixebitye.

“Ezê tim berevanîya mafên mirovan û rûmeta mirovan bikim û jibo armanca hevbeş ya afirandina cîhaneke aştîyane ya ewletir û dewlemenditir bixebitim.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *