Têkildarî krîza Sûriyeyê ceribandineke din a li Cenevreyê


Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di heman demê de ji bo civata navneteweyî bi taybetî ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) bû ‘îflasa çareseriya siyasî û dîplomasiyê’. Niha jî rûpelekî nû li vê lênûska têkçûnê tê zêdekirin.

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey diyar kir ku civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê wê 24’ê Tebaxê li Cenevreyê dest pê bikin.

Ji bo ‘çareseriya’ dîplomatîk/siyasî ya şerê navxweyî û krîza Sûriyeyê, ji sala 2011’an û vir ve zêdeyî 50 hevdîtin li Cenevre, Viyana, Munchen, Astana, Riyad, Qahîre û Soçiyê hatin lidarxistin, hemû jî neserketî bi encam bûn.

Rawestandina şer li aliyekî, van hewldanan şer kûrtir kirin û dagirkerî li şerê navxweyî zêde kirin.

DEMA CIVÎNÊ MANÎDAR E

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê di demeke welê de ava bû ku dewleta Tirk Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiribû. Balkêş e ku civîna di 24’ê Tebaxê de bê kirin, salvegera destpêkirina dagirkeriya yekemîn a dewleta Tirk a li Sûriyeyê ye ku bi navê ‘Mertalê Firatê’ pêk anîbû.

Sedema herî mezin a têkçûna hevdîtinên heta niha hatine kirin ew e, ku hêzên navneteweyî Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li derveyî van civîn û hevdîtinan hiştine.

JEFFREY ÇI GOT?

Dihate meraqkirin ku Kurd wê li derveyî van hevdîtinên destûra bingehîn bên hiştin an na. Di rewşeke wiha de ev pirs ji James Jeffrey hate kirin ku Jeffrey di nava raya giştî ya Kurdan de weke ‘mîmarê dagirkeriya dawî ya dewleta Tirk a li Sûriyeyê’ tê naskirin.

Bersiva Jeffrey jî mîna her carê bersiveke xumamî bû. Jeffrey got, “Yên cihê xwe di nava Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de digirin, yên ku tevlî danûstandinan dibin, ji aliyê hemû welatan ve tên hilbijartin. Tevlîbûn xwe naspêre avaniyeke spesîfîk, rêxistinî. Mijara temsîla yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dem bi dem dikeve rojevê. Tişta ku dikarim ji we re bêjim ew e, weke ku divê bibe, ne hêzên derve, lê belê hêzên muxalîf ên cuda yên li Sûriyeyê bi nûnerên hêzên hikumetê û siyasî yên li Bakurrojhilatê Sûriyeyê vê mijarê nîqaş dikin.”

KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN ÇAWA AVA BÛBÛ?

Fikrê avakirina Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê destpêkê bi pêşengiya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di Çileya 2018’an de li bajarê Soçî yê Rûsyayê di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê de ketibû rojevê.

Civînên Astana û Soçiyê ku weke alternatîfa hevdîtinên Cenevreyê hatin detspêkirin, fikrê Komîteya Destûra Bingehîn xist rojevê. Komîteya Destûra Bingehîn di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de bû sedema rûdana nêrînên cuda.

Piştre Neteweyê Yekbûyî jî tevlî pêvajoyê hate kirin û bi vî rengî rewşa xitimanî hate çareserkirin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres di Îlona 2019’an de ragihand ku Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ava bûye.

KOMÎTEYA JI 3 BEŞAN A BI BEŞDARIYA 150 KESÎ

Hate ragihandin ku Komîteya Destûra Bingehîn wê ji 150 kesî pêk were; 50 jê nûnerên rejîma Sûriyeyê, 50 jê ji ‘muxalîf’an û 50 jî ji saziyên civakî yên sivîl ên li Sûriyeyê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bên diyarkirin.

Lê belê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku zêdeyî 5 milyon mirovên li Sûriyeyê temsîl dike û 30 ji sedî yê xaka Sûriyeyê kontrol dikin, tevlî Komîteya Destûra Bingehîn nehatin kirin.

DEMA AVAKIRINA KOMÎTEYÊ JÎ MANÎDAR E

Komîteyê civîna xwe ya destpêkê di 30’ê Cotmeha 2019’an de li Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê pêk anî. Hingî êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewam dikirin.

Nûnerê Taybet ê NY’ê yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen îdîa dikir ku pîvana bingehîn a civînan wê “Yekîtiya Sûriyeyê, sexwebûn û yekparebûna wê be, hurmeta li serweriya wê be.”

KOMÎTEYA NIVÎSANDINA DESTÛRA BINGEHÎN A JI 45 KESÎ

Piştî hevdîtinê komîteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesî hate avakirin ku 15 jê ji rejîmê, 15 ji muxalîfan û 15 jî ji nûnerên saziyên civakî yên sivîl pêk dihat.

Di hevdîtinên tûra duyemîn de ya 25’ê Mijdarê, heyetê rejîmê şertê “Divê helwesteke hevpar li dijî dagirkeriya Tirk bê nîşandan” û “Serxwebûn û yekparebûna xaka Sûriyeyê esas bê dîtin” destnîşan kir.

HEYETA SÛRIYEYÊ: EV HEYETA TIRK E

Ev daxwaz ji aliyê komên ku bi îdîaya “muxalefetê” tevlî bûn, hate redkirin. Heyeta rejîmê jî got, “Koma ku xwe li dora maseyê weke muxalîf nîşan dide, heyeta Tirk e.”

Piştî 9 mehan Komîteya Destûra Bingehîn ji nû ve li hev kom dibe. Lê belê dema kombûna heyetê manîdar e; di 24’ê Tebaxa 1516’an de di salvegera şerê Mercîdabikê de ji bo pêkanîna xeyalên Osmanî di 24’ê Tebaxê de êrişên dagirkeriyê yên ‘Mertala Firatê’ dest pê kiribû. Komîte jî di salvegera vê êrişa dagirkeriyê de li hev kom dibe.

ÇI BI HEVDÎTINÊN CENEVREYÊ HAT?

Beriya niha 8 civînên Cenevreyê pêk hatin ku destûr nehate dayin Kurd û nûnerên gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bibin. Ti ji wan bi ser neketin. Aqûbeta civînên Cenevreyê ku dib in çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatin lidarxistin wiha ye:

CENEVRE-1

Di 30’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk hat. DYE, Rûsya, Çîn, Îngilistan, Fransa, Qatar, Tirkiye, Iraq û Qûweyt tevlî bûn. Pirsgirêka herî mezin a vê hevdîtinê jî hêzên aliyê şer (ne rejîm, ne jî muxalîf) yekser tevlî nebûn. Di dawiyê de li hev hate kirin ku ‘hikumeta demkî bê avakirin’ ku her du alî jî di nav de hebin. Ji ber ku welatên piştgiriyê didin komên çekdar, bi taybetî Tirkiye û Qatar nêzîkatiya ‘hikumeta demkî wê bi Esad be yan bê Esad be’ ferz dikirin, plan li ser kaxizê ma. Di vê pêvajoyê de ji ber ku ne hêzên rejîmê ne jî yên li dijî rejîmê mafên Kurdan qebûl nekirin û şer sor bû, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava pêk hat.

CENEVRE-2

Di navbera 22’ê Çile û 16’ê Sibata 2014’an de pêk hat, lê encam jê derneket. Ji ber ku rejîmê û dijberên rejîmê yên dewleta Tirk mafên Kurdan qebûl nekirin, Kurdan diyar kirin ku wê encamên ji Cenevreyê derkevin qebûl nekin. Di 22’ê Çileyê roja destpêkirina hevdîtinên duyemîn ên Cenevreyê de ji Cizîrê hate destpêkirin û Rêveberiya Xweser hate ragihandin.dd

CENEVRE-3

2 roj piştî serketina dîrokî ya Kobanê di 29’ê Çileya 2015’an de dest pê kir. Ji nûnerên PYD, TEV-DEM û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk re vexwendîname hate şandin. Lê belê dewleta Tirk got, ‘Ya ez, ya Kurd’ û bi vî rengî heyeta Kurdan a çû Cenevreyê nekarî tevlî civînan bibe.

CENEVRE-4

Hevdîtina ku di 23’ê Sibata 2017’an de hate lidarxistin mîna dueloya hevdîtinên Astana yên navbera Rûsya, Îran û dewleta Tirk bû. Li biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî çar xalên bi vî rengî hate zêdekirin: rêveberiya demkî, rewşa hilbijartina azad û gelek partiyan, destûra bingehîn a nû û têkoşîna li dijî terorê. Lê belê careke din projeyeke berbiçav a çareseriyê nehate afirandin.

CENEVRE-5

Di 22’ê Adara 2017’an de dest pê kir. Biryar hate dayin ku alî li ser 4 sernavên bingehîn ên biryara 2254’an a Konseya Ewropayê bixebitin.

CENEVRE-6

Di navbera 16 û 20’ê Gulana 2017’an de di bin çavdêriya Nûnerê Taybet ê NY ê ji bo Sûriyeyê Mîstûra de pêk hat û heyetên rejîma Sûriyeyê û dijberên rejîmê tevlî bûn. Hevdîtina ku diviyabû li ser her çar sernavên hevdîtina berê hatibûn destnîşankirin, beriya ku wan mijaran binirxîne bi dawî bû.

CENEVRE-7

Di navbera 10 û 15’ê Tîrmeha 2017’an de pêk hat û mijarên “agirbest, pêvajoya derbasbûna siyasî, destûra bingehîn a nû û terorîzm” hatin nirxandin.

CENEVRE-8

Di 28’ê Mijdara 2017’an de pêk hat û nûnerê taybet ê NY’ê Staffan de Mîstûra mikur hat ku hevdîtin bi ser neketine. Mîstûra sedema vê yekê jî weke heyeta rejîmê nîşan da. Heyeta rejîmê jî Mîstûra û muxalîf weke sedem nîşan da. Mîstûra dûre îstifa kir. Li şûna wî jî Geîr O. Pedersen ê Norwêcî hate wezîfedarkirin.

DYE Û RÛSYA JÎ KURDAN JÊ VEDIGIRIN

Hêzên li pey Osmaniya nû ne mîna dewleta Tirk, bi israr Kurdan ji maseya navneteweyî vedigirin. Helwesta DYE û Rûsyayê jî ji ber sedemên cuda, ne dûrî vê nêzîkatiyê ye.

DYE hewl dide têkiliyên xwe yên bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re di çarçoveya leşkerî de bidomîne. Rûsya jî polîtîkya xwe ya ku dixwaze Kurdan bixe nava rejîmê dewam dike.

Tê gotin ku hewl tê dayin Kurd û hin navên ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ‘bi navê herêmê’ ji kontenjana rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bên kirin, lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê vê qebûl neke.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Însiyatîfa Zarokên Êgir 2 depo û 3 wesayit şewitandin

Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Êgir de hate gotin, “Li Sakarya, Mersîn, Osmaniye, Kocaelî û Stenbolê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *