Li navçeya Bornova ya Îzmîrê jina bi navê Ceyda Yuksel (21) salî li mala xwe ji aliyê mêrê bi navê Serkan Dîndar ê li heman malê bû ve hate kuştin. Dîndar ê li ser îxbara cîranan hate destgîrkirin ji aliyê dadgehê ve bi sûcê ‘Bi zanabûn kuştinê’ hate girtin.
Li taxa Golagzi ya navçeya Erdîş a Wanê jî jina bi navê P.A (37) hate ragihandin ku di saet 13:00’an de li mala tenûrê ya li ber mala wê hate gotin ku întixar kiriye. P.A ya dayîka 4 zarokan ku ji aliyê xizmên malbatê ve hate dîtin 2 mehî ducanî bû. Ji bo otopsiyê cenazeyê P.A birin Nexwexaneya Dewletê ya Erdîşê. Hate ragihandin ku li ser mijarê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîn daye destpêkirin.
Source link