Li gorî agahiyan, balafirên şer ku tê gotin ên dewleta Tirk a dagirker in, doh derengiya şevê çiyayê Şêx Nasir ê herêma Balekayetî û gundê Bêrkmê yê herêma Biradost bombebaran kirin. Li çiyayê Şêx Nasir rezên welatiyan heye.
Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê ziyanek mezin li jîngeha herêmê bûye û şewat derketiye.
Ji ber bombebarana gundê Bêrkimê ya Biradost rez û baxçeyên welatiyan şewitîn. Ceyrana gundê Dera û Dêrkim qut bû.
Source link