Tîmeke Futbola Amerîkî Wê Bihêle ku Temaşevan Werin Maçên Wê


Tîma futbola Amerîkî ya Zanîngeha Georgia ya bi navê ‘Georgia Bulldogs’ plan dike ku bihêle hin temaşevan, di çarçoveya tedbîr û qedexeyên dîjî korona de, maçên wê temaşe bikin.

Zanîngehê rêbazên firotina bîletan ragihand ku ewê destûr bo karanîna ji sedî 20 heya 25’ên kapasîteya Stadyuma Sanford bide ku bi giştî 92,746 cîhên wê yên rûniştinê hene.

Ev tê wê wateyê ku di çar lîstikên kul i Georgia werin lîstin, di navbera 18,500 û 23,000 temaşevan wê bikaribin amade bin.

Tîma Bulldogs bi hêvîya şakirina kesên xwedîyê bîletên demsalî her yek ji lîstikên dijî Auburn, Tennessee, Mississippi State û Vanderbilt re dê bîletên yeklîstokî peşkeş bike.

Zanîngeh dibêje ku kesên ku biryar bidin tev li lîstinên vê payizê nebin, dê bikaribin heqê bîletên xwe û diravên ku bexşandine şûnde bixwazin.

Zanîngeh dîyar dike ku di sala nû de jibo piştgirîya wan ya ji tîmê re, dê statuyeke taybet ji wan kesan re were danîn.

Hêjayî balkişandinê ye ku heqê bîletan wê jibo her yek lîstinê 150 dolar be.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 140 Mîlyonî Borî

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 140 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *