RINDIK: Kî dixwaze dilê xwe bi kurdî rehet bike bira here Farqînê

 

Mem Ararat di twîtteke xwe da gotiye, ”Kengî bêhna we teng
bû herin Farqînê, li qahwexaneyekê rûnin, ji xwe re çayekê bixwazin û guh bidin
derdora xwe. Herkes bi kurdiya kurmancî diaxive.Wê demê tu dizanî êdî tu li
mala xwe yî. Di dil de bû hesret li kuçeyên Amedê çend gotinên bi kurmancî an
jî zazakî.”


Xeber xweş xeber e, lema jî naxwazim bibêjim min jê ne bawer e.


Li ser asîmîlasyona kurdan bi bihîstina xeberên xerab ez kezebreşî bûme. Hêvî
dikim ev xebera Mem Ararat rast e. 


Lê heger ne rast be jî kêfa min anî, lema jî min xwest çend gotinan li ser vê
xeberê û li ser Farqîna bajarê kurdayetiyê û kurdperweran bibêjim.



Meya Farqîn
, bi navê xwe yê din Silîva, ne bajarekî hindik e, ji berê û ber da bajarekî
kela kurdayetiyê ye, 110 salan paytaxta Merwaniyan bû, kela kurdan bû. 



Farqîn,
bajarekî xwedî medrese, kultur û seqafet e, xwedî tarîxeke bi nav û
deng e.



Farqîn,
bajarê Siyamedê Silîvî ye, bajarê destanan û egîdên dîrokî ye, ji
Silîva gelek egîd û kurdperwerên bi nav û deng derketine. 


Lema jî farqînî tim li zimanê xwe xwedî derketine, wek hin bajarên din tu carî
asîmîle nebûne. Reh û rîşên kurdayetiyê û kultura kurdî li Farqînê û di nava
faqîniyan da pir kûr e. Urf û adetên kurdî, 

zargotina kurdî, folklora kurdî di
nava farqîniyan da pir xurt e û gelkî jî dewlemend e, asîmîlasyon zû bi zû
nikane zora farqîniyan bibe û wek diyarbekriyan wan jî asîmîle bike. 



Farqîn ne Diyarbekir
e wer zû teslîmî asîmîlasyonê bibe û bişibe bajarekî
tirkan. 


Farqînî wek diyarbekriyan ne kertal in, bi ber bayê asîmîlasyonê kevin, farqînî
lat in, hîmên giran in, xwedî kultureke qedîm in.


Ji ber van sedeman ez dibêjim tiştê Mem Ararat gotiye rast e, bi xêr dema ez
çûm welêt, miheqeq ezê herim Farqînê û têra dilê xwe li kurdî guhdarî bikim.



Diyarbekrê,
xeberên li ser Diyarbekrê ez qudûmşikestî kirime, ji ber ku min
hewqas tiştên negatîf li ser Diyarbekrê bihîstiye, Diyarbekir li ber çavê min
reş bûye, naxxwazim herim wir û hin kul ûderdên li yên xwe zêde bikim.


Berê jî min ji farqîniyan hez dikir, bi bihîstina vê xeberê hezkirina min deh
qatî zêde bû.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hevalên Navalny Dibêjin Rewşa Saxlemîya Wî Pir Xirab E

Lyubov Sobol, alîgira rexnegirê Kremlinê yê girtî Aleksî Navalny îro Duşemê ragihand ku di derbarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *