Mesrûr Barzanî ji bo alîkariya bavê Pêşmergeyê dîlgirtî ferman da


PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da sazî û dezgehên hikûmetê ku alîkariya Mam Elî bikin.

Mam Elî Mihemed Resûl, bavê pêşmergeyekî dîl e û ev hefteyek e bi vîrûsa koronayê ketiye û li nexweşxaneya Çemçemalê tedawî dibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Tebaxa 2020an, li rewşa tenduristiya Elî Mihemed Resûl pirsî ku bi navê Mam Elî tê nasîn û bavê pêşmergeyê bi navê Ako ye ku ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de dîl e.

Serokwezîr Barzanî ferman da sazî û dezgehên hikûmetê ku alîkariyên pêwîst pêşkêşî Mam Elî bikin, ku bû hefteyek ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) li Nexweşxaneya Asûde ya li bajarê Çemçemalê tedawî dibe û rewşa tenduristiya wî nebaş e.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rûsyayê çima firîna balafiran a ber bi Tirkiyê rawestand?

Sektora turîzmê ya Tir li hêviyê bû ku heta 1’ê Hezîranê 800 hezar turîstên Rûs …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *